Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xelkê Silêmanî cenazeyê şehîd Şukru Serhed bi girseyî oxir kir

 

ŞEHÎD ŞUKRU SERHED
XELKÊ SILÊMANÎ CENAZEYÊ ŞEHÎDÊ XWE BI GIRSEYÎ OXIR KIR

Xelkê Silêmaniyê cenazeyê şehîd Şukru Serhed ji Saziya Tiba Edlî ya bajêr girt û bir Mizgefta Ehmedê Hecî Elî.

Li vê derê karûbarên olî ji bo cenaze hatin kirin.

Paşê xelkê Silêmaniyê bi awayekî girseyî cenazeyê şehîdê xwe ber bi Binarê Qendîlê ve oxir kir.

Bi sedan kesî dilsoziya xwe ya bi Şehîd Şukru Serhed re anî ziman.

Paşê bi karwanekî mezin ê wesaîtan cenazeyê şehîd Şukru ber bi Binarê Qendîlê ve hat oxirkirin.

ŞEHÎD ŞUKRU SERHED
SEDAN KESÎ LI QENDÎLÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD SPART AXÊ

Cenazeyê şehîd Şukru Serhed li Qendîlê ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.

Girseya gel, cenazeyê şehîd bir Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr.

Piştî Rêzgirtinê daxuyaniya Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê hat xwendin.

Pişt re jî Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdula axivî û bal kişand ser hevkariya rêveberiya başûr a di van êrişan de.

Piştî axaftinan girseyê cenazeyê şehîd Şukuru Serhed di bin dirûşman de spart axê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv