Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xelkê Mexmûrê li dijî pêkanînan di çalakiyê de ne

 

XELKÊ MEXMÛRÊ LI DIJÎ PÊKANÎNAN DI ÇALAKIYÊ DE NE
LI DIJÎ ZEXT Û POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ ÇALAKIYA KONVEDANÊ DU ROJ LI PEY XWE HIŞT

27’ê Kanûnê hêzên Iraqê xwestin dora wargeha penabar a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê têl bikin.

Bi bîhîstina vê bûyerê ve bi hezaran şêniyên wargehê berê xwe dan baregeha hêzên Iraqê ya li nêzî wargehê.

Li ser nerazîbûna xelkê wergehê hêzên Iraqê dev ji vê hewlidana dermirovî berdan.

Lê ji ber xeteriya li ser wergehê hîn dewam dike, şêniyên wargehê li ber noqteya hêzên Iraqê dest bi çalakiya konvedanê kir.

Çalakiya konvedanê di roja 2’yemîn de dewam kir.

ENDAMÊ KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA WARGEHÊ SEÎD ÇOMLEK:
RÊVEBIRIYA PDK’Ê Û HIKÛMETA BEXDAYÊ HEWL DIDIN STATÛYA WARGEHÊ BIGUHERIN

Li aliyê din ve Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Şehîd Ristem Cûdî-Mexmûr Seîd Çomlek zextên li ser wargehê ji ajansa ANHA’yê re nirxand.

Seîd Çomlek diyar kir ku rêvebiriya PDK’ê ji 19’ê Tîrmeha 2019`an û vir ve ambargoyeke giran li wargehê ferz dike û got:

“PDK nahêle xelkê wargehê derbasî herêmên di bin kontrola wê de bibin.

Em nizanin çima vê siyasetê li dijî me dimeşîne. Tu hincetên van pêkanînên PDK’ê rewa nîşan bidin nîne.

Xelkê wargehê, li ser PDK’ê xeteriyê çênakin û tiştek li dijî ewlehiyê wê nekirine.”

Seîd Çomlek diyar kir ku hêzên Iraqê israr dikin ku dora wargehê têl bikin û wiha axivî:

“Kiryarên hikumeta navendî a Iraqê ne qanûnî ne. Ev yek li gorî perspektîfên PDK û dewleta Tirk pêk tên.

Em niştecihên wargehê li dijî van hewldanan e. Em li dijî têlkirina wargehê ne.”

Çomlek da zanîn ku piştî şêniyên wargehê li dijî biryara têlkirinê rabûn, Nivîsgeha Komseriya Bilind a Penaberan a li Iraqê malpera wargehê ya li ser înternetê nloke kir.

Seîd Çomlek bal kişand ser statuya penaberiyê û got:

“Rêvebiriya PDK’ê û hikûmeta Bexdayê hewil didin statuya wargehê biguherin.

Em li vir penaberên siyasî ne û divê ev nasname were qebûl kirin.”

Ev jî hatin dîtin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di Bernameya Taybet de agahiyên giring dan.

Mustafa

Amed Malazgirt: ‘NATO’yê çekên qedexekirî dan dewleta Tirk’

Stêrk Tv

HPG: ’13 dagirker hatin cezakirin û helîkoptereke derb xwar’

Stêrk Tv

Di nav refên PKK’ê de hezar şehîdên Başûrê Kurdistanê

Stêrk Tv

Şehîdên pêngava ‘Bazên Zagrosê’: HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir û ew bi bîranîn.

Stêrk Tv

Hevserokatiya konseya rêveber a KCK’ê: Em bi berxwedana fedayî ya gerîla re bin, berxwedanê li her derê bilind bikin.

Stêrk Tv