LI BAŞÛR ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
XELKÊ GUNDÊ KÊSTE: LEŞKERÊN TIRK JI BER GERÎLA DIREVIN
Êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike.
Berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG/YJA Starê a li dijî dagirkeriyê bê navber dewam dike.
Şeva 4’ê Gulanê artêşa ku li hemberî berxwedana gerîla bê çare maye, bi balafir û Helîkopteran derdora gundê Kêstê bombebaran kir.
Xelkê gundê Kêste dîmenên kêliyên şer qeyd kirin.
Welatiyê ku dîmena dikîşine şahidiyê ji wan kêliyên ku artêşa tirk derbên giran jî gêrîlayên azadiyê dixwe jî dike.
Her wiha xelkê herêmê bang li hikumet û desthilatan dike.
PARLAMENTERÊ YNK’Ê LOQMAN WERDÎ:
NIYETA DEWLETA TIRK A VEKIŞÎNÊ NINE, DIVÊ PARLAMEN HELWEST NÎŞAN BIDE
Parlementoya Herêma Kurdistanê dibin serokatiya Hêmin Hewramî de civiya.
Di civînê de li ser çend mijarek niqaş hatin kirin.
Parlementerê YNK’ê Luqman Werdî jî qala êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk kir û balkişand ser metirsiya wê ya ji bo siberoja Herêma Kurdistanê.
NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
SÎMA KOÇER: PIRSGIRÊKA DEWLETA TIRK BI HEMÛ KURDAN RE YE
Li ser heman mijarê, çalakvana herêma behdinanê Sîma Koçer nerazîbuneke tund nişanî hikumeta herêmê û bi taybet PDK’ê da.