Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xelkê Germiyanê: Tişta ku dewleta Tirk dike ji kîmyabarana Helebçeyê ne kêmtir e

 

XELKÊ GERMIYANÊ:
TIŞTA KU DEWLETA TIRK DIKE JI KÎMYABARANA HELEBÇEYÊ NE KÊMTIR E

Dagirkeriya tirk di êrişên xwe yên li dijî gerîlayên Kurdistanê de sûcên şer dike.

Gazên bi jahr, çekên kimyewî û qedexe bi kar tîne.

Li gorî daxuyaniyên HPG’ê di 4 mehên dawîn de bi taybetî li Avaşîn, Zap û Metînayê zêdetirî 200 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Ne tenê li dijî gerîla li dijî xelkê herêmê jî heman çek tên bikaranîn.

4’ê îlonê balafirên şer herêma Berwarî Bala ya Duhokê bombe kir.

Ji ber bomberdûmanê ji heman malbatê 3 kes bi jahrê ketin, li nexweşxaneyan hatin dermankirin.

Der barê van êrişan de xelk û aktîvîstên herêma Germiyanê ji Rojnewsê re axivîn.

Aktîvîstê Sivîl Serkewt Star bêdengiya hêzên cîhanî şermezar kir.

Aktîvîstê Sivîl Karzan Azad jî destnîşan kir ku dewleta tirk van çekan bi kar tîne û rêveberiya Herêma Kurdistanê jî van sûcên li dijî mirovahiyê vedişêre.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv