PÊNGAVA ‘DEMA ADADIYÊ YE’
XELKÊ BATMANÊ JI MITÎNGA SIBÊ RE AMADE YE
Bi pêngava ‘Dema Azadiyê ye’ wê sibê li qada Newroz a li Batmanê mitîngek were lidarxistin.
Endam û rêvebrên HDP’ê ev bi rojan e kolan bi kolan digerin û gel vedixwînin mitîngê.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî beşdarî mitîngê dibin.
Her wiha koma Gulên Xerzan û hunermend Şerzat jî derkevin ser dikê.
Ji komîteya amadekar Gulistan Sonuk dide zanîn ku haziriyên wan temam bûne.
Gulistan Sonuk bang li gel dike ku sibê berê xwe bidin daqa Newrozê.
Û li dijî tecrîd, kuştina jinan, êrişên faşîzan û dagirkeriyê gengê xwe bilind bikin.
PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
RÊXISTINA HDP’A QOSERÊ BANGA BEŞDARIYA ŞAHIYA 17’Ê TEBAXÊ DIKE
Partiya Gelan a Demokratîk, Kongrereya Civaka Demokratîk KCD, Partiya Herêmên Demokratîk DBP û aktivîstên TJA’yê bi heman pêngavê wê 17’ê Tebaxê jî li Qoserê şahiyekê organîze bike.
Azad Bedran, Koma Dîcle û Firat û Koma Dengê Amara wê derkevin ser dike.
Şahî li meydana Otogarê pêk tê.
Endam û rêvebrên HDP’ê bi belavkirina belavokan gelê Qoserê vedixwînin şahiyê.