Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xeleka 9’an a mukirhatinên Sedat Peker: Dewleta Tirk heta qirikê di nav karên çete û mafyayê de ye

 

XELEKA 9’AN A LI MUKIRHATINÊN SEDAT PEKER
DEWLETA TIRK, HETA QIRIKÊ DI NAV KARÊN ÇETE Û MAFYAYÊ DE YE

Lîderê rêxistina sûc Sedat Peker xeleka mukirhatinên xwe a 9’an belav kir..

Weke beşên beriya niha, Peker careke din dizî, çetetî û karên mafyawarî yên di nava saziyên dewletê de bi berferehî raxist ber çavan.

Sedar Peker di axaftina xwe de cih da xebatên veşartî tên parlementerê berê yê AKP Metîn Kulûnk.

Kulûnk ê Peker behsa wî dike, sala 1975’an di nava rêxistina binavê Yekîtiya Telebeyên Tirk-Akincilarê de cihê xwe û ji wê demê ve bi karê organîzekirina komên kontra re mijûl dibe.

Herî dawî navê wî li Almanyayê ji ber xebatên koma Osmaniyan ket rojevê.

Sedat Peker di mukirhatinên xwe de behsa pêwendiyên li gel Metîn Kulûnk dike:

Li Almanyayê komel hene. Ez ji wan hez dikim. Gelek cara daxwaza pereyan ji min dikirin. Wekî tê gotin, ne pereyên kêm, min bi çanteyan ji wan re dişand.

Dema hilbijartinan Metîn hate cem min û min qedereke pere dane wî. Wê demê ji bo AKP’ê min bi mîlyonan lîre dane wan.

Lê niha heyfa wan, li şûna ku lêborînê ji min bixwazin, rewş anîn vê astê.

Sedat Peker wekî din eşkere kir ku şaredariyên AKP’ê di bin navê îhaleyan de dest danîn li ser bi mîlyonan dolarî û got,

Ev îhale tenê ji bo derdorên çete dihatin dayîn.

Peker careke din anî ziman ku kesê herî zêde ji ber van sextekariya dewlemend bû wezîrê karê hundir Suleyman Soylu ye..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv