Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xebat Andok: Gelê başûr bi kelecaneke mezin 15’ê Tebaxê pêşwazî kir

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê XEBAT ANDOK:
GELÊ BAŞÛR BI KELECANEKE MEZIN PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ PÊŞWAZÎ KIR

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok bandora Pêngava 15’ê Tebaxê ya li Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

Xebat Andok destnîşan dike, ji 1984’an pêngavê û wir ve gerîla, şerê gerîla, tevgera me tesîreke zêde li ser gelê Başûr kiriye.

Ji ber ku Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî rejîma TC’ê ya qirker hatiye kirin bêguman vê kelecaniyeke mezin.

Lê ji çalakiyan zêdetir ji gerîlayên ku çalakî kirin bi bandor bûye.

Andox desnîşan dike ku gerîla bi awayekî temsîla tevahiya Kurdistanê dikin, ji ber ku ew ji ciwanên hemû beşên Kurdistanê pêk tên.

Gelê Başûr bi gerîla re yekîtiya welêt û gel dîtiye û bi hezaran ciwan tevli nav refên gerîla bûne.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê XEBAT ANDOK:
TÊKOŞÎNA GERÎLAYÊN JIN A LI DIJÎ DAGIRKERAN CIVAKA BAŞÛR GUHERAND

Xebat Andok tîne ziman ku jiyana gerîla, bi taybetî jî li dijî rejîma qirker şerê gerîlayên jin tesîreke mezin li xelkê Başûr kiriye:

Ji ber ku gerîla ji jin û mêran pêk tên, vê yekê bandoreke zêdetir kiriye.

Dîtin ku jin û mêr ji bo azadiyê dibin hevrê û li dijî rejîma qirker bi hev re şer dikin.

Dîtin ku jinên li nav malê hatibûn asêkirin di şer de dikarin bibin lehengên mezin û bibin gerîlayên jin ên azad.

Her ku ev hêza jinê ya di nav şer de ditin, bêhtir hez ji jiyana gerîla kirin.

Vê tesîreke zêde li jinên Başûr kiriye da ku ew jî tevlî nav refên gerîla bibin.

Xabat Andok destnîşan dike ku Pêngava 15’ê Tebaxê li Başûr bandor li her tiştî kiriye û dibêje:

Nexasim xwedîderketina li gerîlayên azadiyê jî vê asta xwedîlêderketinê nîşan dide.

Halê hazir gelê me gerîla ji bo hebûn û azadiya xwe weke garantî û hewcehiyekê dibîne.

Ji vî alî ve helwest û daxwaza gelê Başûr û ya hin hêzên siyasî ku tenê li berjewendiya xwe difikirin berevajî hev in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv