Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin: Dadgeha Bilind jî xwest cezayê muebeta giran lê bê birîn 31.10.2020

WAN – Li Erdîşê polîsan gotibû “terorîst di malê de ne” û agir bera malbata Ataman dabû. Di şewatê de Hediye Atamanê jiyana xwe ji dest dabû û hevjînê wê Ahmet Ataman jî hatibû girtin. Dagehê 18 sal û 4 meh ceza li Ataman birîbû, lê belê Dadgeha Bilind jî xwest cezayê muebeta giran lê bê birîn.

Di 18’ê Mijdara 2016’an de li Erdîş a Wanê, polîsan gotibû “terorîst di hundir de hene” û agir berda xaniyê malbata Ataman. Di şewatê de Hediye Ataman a 43 salî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê hevjînê Atamanê Ahmet Ataman û hin kesên din hatibûn binçavkirin û dû re hatibûn girtin. Dadgehê di danişîan 9’ê Nîsana 2018’an de 18 sal û 4 meh ceza li Ataman birîbû. Her wiha li Taner Ergun ê bi Ataman re hatibû girtin 18 sal û 4 meh û li Zehra Hezerê jî 3 sal û mehek ceza birîbûn. Parêerê her sê kesan îtiraz kiribûn û dosye şandibûn Dadgeha Îstinafê ya Erziromê.
DADGEHA BILIND CEZA XERA KIR 
Daîreya Ceza ya 6’an a Îstinafê ya Erziromê îtiraza ji bo cezayê Ataman û Ergun red kiribû û derbarê Hezerê de jî biryara beraetê dabû. Piştî vê parzeran doz şand Dadgeha Bilind. Daîreya Ceza ya 16’an a Dadgeha Bilind jî xwest Ataman bi îdiaya “xirabkirina yekîtî û yekparebûna dewletê” bê darizandin û cezayê muebetê lê bê birîn û der barê Hezerê de jî biryara beraetê da.
Wê danşîn di 19’ê Mijdarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Wanê bê lidarxistin.
ÇI QEWIMÎBÛ?
Li Taxa Çelebîbagê ya Erdîş a Wanê, di 18’ê Mijdara 2016’an de saet di 2’yê şevê de polîs û eskeran avêtibû ser mala Ahmet Ataman. Polîs û eskeran agir bera xanî dabû. Di şewatê de hevjîna Ataman Hediye Ataman jiyana xwe ji dest dabû. A din a rojê çapemeniya nêzî hikûmetê nûçeyên wekî “Li Wanê pevçûn, PKK’yiyek hat kuştin’, ‘Ji ber guh neda îxtara polîsan pevçûn qewimî’ serwî kiribûn. Ataman tevî xizmên xwe Halît Aaman, Omer Ataman, Suphî Ataman û Kamûran Yîgît alîakriya hevjîna xwe bike, lê polîs û eskeran li wan dabûn û ew binçav kiribûn.
Şahidên bûyerê jî diyar kiribûn ku serê sibehê bi kemçeyan cenazeyê şewitî yê Atamanê ji malê hatiye derxistin û wekî dihat gotin li malê tu endamên rêxistinê tune bûne.
Piştî bûyerê derbarê Ahmet Ataman, Taner Ergun û Zehra Hezerê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “alîkariya rêxistinê” û “peydakirina madeyên bêdestûr û talûke” doz hatibû kirin. Dadgehê bi sûcê “endamtiya rêxistinê” 10 sal ceza li Ataman û Ergun û bi sûcê “peydakirina madeyên bêdestûr û talûke” jî 8 sal û 4 meh ceza birîbû û 833 roj cezayê pereyî yê edlî birîbû. Li Zehra Tanerê jî bi îdiaya “bêyî ku endama rêxistinê be alîkariya rêxistinê kiriye” 3 sal û mehek ceza birîbû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv