Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Wezîrê Norveçê Soreide: Emê ji Tirkiyê bixwazin tecrîdê rake û li gor hûqûqa navnetewî tevbigere 09.01.2021

 

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ KET ROJEVA PARLEMENA NORVEÇÊ
WEZÎR SOREIDE: EMÊ JI TIRKIYÊ BIXWAZIN TECRÎDÊ RAKE Û LI GOR HÛQÛQA NAVNETEWÎ TEVGERE

Wekîlê Partiya Çep a Sosyalîstî Freddy Andre Ovstegard roja 18’ê Kanûna 2020’an bi pêşniyarpirseke nivîskî, tecrîda li ser Rêber Apo anîbû rojeva parlementoya Norvecê û ji Wezîra karê derve yê Norvecê Ine Erîksen Soreîde xwestibû ku bikeve nava tevgerê.

Ovstegard rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT ya ya derheqê tecrîda li Imraliyê de weke çavkanî nişanda û ji wezîr Soreîde xwest ku di hevdîtina xwe ya bi Tirkiyê de mafên huquqî yên Ocalan û girtiyên din bîne rojevê.

Ovstegard bibîr xist Dewleta Tirk di pirsgirêka di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de rûyên çareseriya aştiyane asteng dike.

Weke bersiv Wezîra karê Derve yê Norvecê Ine Erîksen Soreîde anî ziman Dewleta Tirk weke endamê Konseya Ewropayê neçare ji peymana mafê mirovan a Ewopayê û prensîbên mafên demokratîk ên bingehîn re rêz bigire û wan pêkbîne.

Soreîde bi bîrxist ku ew hem di her hevdîtina xwe ya bi rayedarên dewleta trik re û hem jî di civînên Konseya Ewropayê de binpêkirinên mafên mirovan ya li Tirkiyê bibîrdixin û bang li dewleta tirk dikin ku tecrîda li ser girtiyên li Imraliyê rake.

Soreîde anî ziman wan heta niha ji bo azadiya raman, azadiya girtiyan, wekheviya jin û mêr û ji bo xebatên li dijî êşkenceyê alikariya maddî jî dane saziyên mafê mirovan ên li Tirkiyê.

Soreîde wiha axivî: “Emê zorê bidin ser hikûmeta Tirkiye ji bo rêzê ji peymana mafên mirovan re bigre, emê derheqê rewşa dawî ya li Imraliyê û parastina mafên Ocalan û girtiyên din de ji rayedarên hukumeta tirk agahiyan bixwazin.”

Weke li Norvejê, li Swêdê jî nûnerên Partiya Çep di meha Kanûnê de bi pêşniyarpirsekê ji Wezîra karê derve ya Swêdê Ann Lînde xwestibû ji bo rakirina tecrîda li Imraliyê li cem rayedarên dewleta tirk bikeve nava tevgerê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv