Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Wezareta Parastina Ermenistanê: Tirkiyê êrîşên li ser sivîlan koordîne dike 11.10.2020

Rojek piştî agirbesta di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ya li Moskovayê pêkhatî, rêveberiya Yêrîwanê ragihand ku Îsraîl û Tirkiye di bin navê alîkariya mirovî de dron şandine. Li gorî Yêrîwanê, Enqere êrîşên li ser sivîlan koordîne dike.

Wezareta Parastina Ermenistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Îsraîl û Tirkiye dronên şer şandine Azerbaycanê.

ÎSRAÎL Û TIRKIYÊ ‘DI BIN NAVÊ ALÎKARIYA MIROVÎ DE’ DRONAN DIŞÎNIN!

Wezîrê Parastinê Artsrûn Hovanîsyan ku li ser Facebookê daxuyanî da got: “Îsraîl û Tirkiye di bin navê alîkariya mirovî de dronan dişînin Azerbaycanê.”

Her wiha hate tekezkirin ku yekîneyên girêdayî fermandariya hêzên hewayî yên Tirk li Qerebaxa Jorîn bombebaranên li hemberî sivîl û jêrxanên sivîlan koordîne kiriye.

‘TIRKIYE ÊRÎŞÊN LI SER SIVÎLAN KOORDÎNE DIKE’

Dîsa di daxuyaniyê de hatiye gotin “Yekîneyên girêdayî fermandariya hêzên hewayî yên Tirk di bingeha hêzên hewayî yên Azerbaycanê dixebite û dronên Tirkiyê kontrol dike. Dron li kêleka 6 balafirên F-16 li Artsah’ê (Komara Qerebaxa Jorîn) êrîşê sivîl û jêrxanên sivîlan dike.”

Hikûmeta Ermenistanê pir caran dabû xuyakirin ku Tirkiye bi awayekî rasterast tevlî şerê li hemberî Qerebaxa Jorîn bûye. Li gel dron û balafirên dewleta Tirk, gelek çeteyên ji Sûriyê û deverên din jî veguhestiye Azerbaycanê. Bi dehan ji wan çeteyan li Qerebaxa Jorîn hatine kuştin.

Dîsa Ermenistanê roja 1’ê Cotmehê sefîrê Îsraîlê jî vexwendibû. Îsraîl bi firotina çekan ji Azerbaycanê re tê tawanbarkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv