WEYSÎ TALLÎ / WELAT
XISTINA BALAFIREKE TB2 BAYRAKTAR TÊ ÇI WATEYÊ?
Rojên borî di çapemeniyê de derket holê ku 21’ê Gulanê hêzên gerîlayên HPG/YJA Starê, li herêma Zêbarî ya navçeye Akrê ya Dihoka başûrê Kurdistanê, balafireke çekbarkirî a bê mirov (SÎHA) bi tîpa TB-2/Bayraktar bi rêbazeke taybet xistine xwarê.
Balkêş e SÎHA ya Bayraktar hê di 25 rojên destpêka êrîşkariya dagirkeriyê ya ji 23’yê Nîsana îsal û heta niha dewam dike hatiye xistin. Ev jî rêbaz û taktîka nû ya gerîlayê serdemê ku tim di rojeva gerîla û dijmin de bû, nîşan dide.
Ev cûre balafira SÎHA ya bi tîpa TBE Bayraktar, yek ji teknîka nû ku di serî de Erdogan û rayedarên tirk xwe pê nav dide, ji berhemên zavayê wî Selçûk Bayraktar e. Ji 2015’an û vir ve taybet li Kurdistanê li dijî gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê tê bikaranîn.
Taybetî piştî ku ev SÎHA bi desteka Almanya û dîsa kamereyên pêşketî yên ji Kanada hatin girtin, Tirkiye pir pesnê vê da û weke çekek mîllî da nîşandan. Dema di destpêka 2015’an de nû nasandina wê dihate kirin digotin; ‘Ev çek wê tirs û xofa terorîstan be. Terorîst wê nikaribin serê xwe hildin.’
Piştî pêvajoya çareseriyê ya bi destê dîktator Erdogan hate xirakirin û êrîşên li bir ser bajarên bakurê Kurdistanê û taybet ÎHA û SÎHA li ser sivîlan bikar anî. Ji wê rojê û şûn de taybet li Rojava herêmên dagirkirî di serî de li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û dîsa li başûrê Kurdisanê li gelek deveran bi vê balafirê sivîl hatine qetilkirin. Nasnavê sûcê mirovahiyê girtiye.
Berxwedana li Zap, Metîn û Avaşînê 3 mehê xwe diqedîne. Di van 3 mehan de her cûre çek û teknîk hat bikaranîn lê ne ÎHA-SÎHA û ne jî balafir û helîkopter, ne jî çekên qaşo ji derve parçe li hevdayî ‘Mîllî’ nîşan didin, kare Bazên Zagorosan ji esmanên azad daxînin xwarê. SÎHA’ya Erdogan kete pençeyê Bazên Zagrosê û xistin xwarê. Ev yek jî nîşaneya bê ka dewleta tirk li çiyayên azad ketiye çiravê. Zap, Metîna û Avaşîn naşibin Lîbya û Qerebaxê. Li çiyayên azad Bazên Zagrosan azad difirin û rê nadin kesên din li ser esmanên wan û warên wan bifirin. Ji bo wê ye ku ketiye nêçîra ÎHA û SÎHA’yan.