Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: PDK beşek ji Kurdistanê dike qurbanê berjewendiyan!

 

WEYSÎ TALLÎ / WELAT
PDK BEŞEK JI KURDISTANÊ DIKE QURBANÊ BERJEWENDIYAN !

Nakokiyên malbatî yên PDK’ê çi di navbera Nêçîrvan Barzanî û pismamê wî Mesrûr Barzanî û dîsa Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî tê zanîn. Ev jî dike ku gel bi temamî bê piştguhkirin û xizmetek baş neyê kirin. Ev hemû li aliyekê bimîne, ji hemûyî zêdetir tevgera dagirkeriyê ya li qadê metirsîdar e. Ji ber ku eger herêm bê dagirkirin, wê her tişt ji dest bê dayîn.

Gelê Başûr vê rastiya PDK’ê û hevkariya wê ya bi dijminê gelê kurd re dibîne, ji bo wê piştgiriya vê liv û tevgera PDK’ê nake. Li aliyê din Pêşmergeyên Dêrîn li dijî vê yekê rabûn. Her wiha di nava civakê de hemû çîn û tiwêj li ber vê dengê xwe bilind kirin. Gihiştine wê qenaetê ku PDK nikare pirsa kurd a Kurdistaneke xweser û azad ava bike. Jixwe nimûneya wê me di referanduma sala 2017’an de dît ku çi karesat bi xwe re anî. Ji sedî 51’ê xaka başûrê Kurdistanê ji dest çû.

Dîsa di warê siyasî û dîplomasî de PDK ne ji bo berjewendiyên neteweyî û gel, ji bo berjewendiyên biçûk ên hizbî û kesî hevdîtinan dikin û bazirganiyê dikin. Tişta niha PDK ji bo gel dike, mûçeyê ku ji Iraqê û neftê digire ku wê jî nîve nîv dide gel. Ev jî têra gel nake, pirsgirêka avê, elektirîk û ewlekariyê zêdetir derketiye pêş. Di vê mijarê de PDK xwe bêdeng dike. Her kesê li ber wê rabe, bi îdîa û hincetên cuda digire. Nimûneya vê jî rojnamevan û çalakvanên siyasî yên Behdînanê ne.

Jiyan li Başûr ji bo welatiyan herimî ye. Di warê aborî, siyasî û civakî de krîzên pir kûr hene. Ji ber siyaseta navxwe û dîsa berjewendiyên hîzbî û layenî yên parçeyî em dibînin ku dewletên cîran ên dagirekên kurdan bi hemû awayî destê xwe avêtine başûrê Kurdistanê. Tirkiye bi hinceta PKK’ê di warê leşkerî, îstixbarat, çand û aborî de bi temamî Başûr ji dest û lingan kiriye. Çandiniya navxwe tê rizandin û bazar li ser kirîna berhemên derve ye. Kerkûk ji ber bazara nelihevkirinê ya PDK û YNK’ê niha di destê ereb û tirkmenan de ye.

Nakokiyên heyî yên hikûmet û rêveberiya heyî dike ku başûrê Kurdistanê bê dagirkirin. Hesabê her kesê li ser Başûr heye, lê hesabê PDK û YNK’ê, dîsa hikûmeta Başûr nîne. Ji her alî ve Başûr di bin gefa dagirkirinê de ye. Li aliyê din sîstema civakî jî hema bêje ji hev dikeve.

Divê ciwan, jin û dîsa rewşenbîr li gorî rewşa heyî, bikeve tevgerê û demildest helwestekî nîştimanî û neteweyî raber bikin. Ji destçûna vî beşî wê bibe sedem ku giştî xeta ji başûrê Kurdistanê bigire heta aliyê Rojhilat dîsa Kerkûk, Mûsil û heta Rojava xeteriyên mezin li ser çêbike, heta ji dest biçe. Divê bi vê hişmendiyê lê bê nêrîn. Qadeke mezin a kurd piranî lê dijîn, wê bê dagirkirin û her cûre zilm û pêkanîn li ser bê kirin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv