Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: Kî ne teror û terorîst!

 

WEYSÎ TALLÎ / WELAT
KÎ NE TEROR Û TERORÎST !

Di serî de Amerîka, Îngîlistan, Fransa, Almanya û welatên NATO, Konseya Ewropa, Yekitiya Ewropa û DMME’yê hûn ên qala edalet û wekheviya mirovî dikin, bi çi hincet û îdîayan tevgera kurd-kurdistanî PKK’ê ku zêdetirî 40 sal in têkoşîneke rewa ji bo doza gelekî ku hatî tunekirin, şer dike, berdêl dide bi salan in weke ‘teror-terorîst’ pênase dikin?

Hûn welatên Ewropa û xwe qûbleya edalet û aştiyê dibînin, ji we pirs dikim; gelo ji kengê ve daxwaza maf û nasnameya xwe kirin bûye ‘teror’? Li nasnameya xwe gerîn û daxwaza welatê xwe kirin, ji kengê ve bûye ‘terorîst’? Eger ku ev yek xwestin ‘terorîst-teror’ be wê demê di serî de kalikê we, hûn ‘teror-terorîstên’ herî mezin in.

Tevgera Azadiya Kurd daxwaza ziman, çand, al û nîjadê dewletê nekiriye. PKK daxwaza ziman, çand û hebûna gelê xwe gelê kurd kiriye.

Di roja îro de yê herî zêde sîng bi sîng li dijî hovîtiya serdema nû ku weke DAIŞ hate binavkirin şer kir û berdêl da. PKK’ê di serî de li Sûriye, Iraq û gelek deverên din li dijî van hovan bi çek û vîna xwe têkoşiya û ev hovîtî tarûmar kir.

Ev yek hemû li ser ferman û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê we van dewletên ku xwe bi edaletê bi nav dikin sala 1999’an bi komployeke xiyanetkar dîl girt û radestî Tirkiyeyê kirin; niha jî 22 sal in li Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye. Rêberê Gelê Kurd got, ev hêza tarî li ku dibe bila bibe, divê hûn bi ser de biçin û tune bikin.

Di serî de PKK’ê li Sûriye-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê, piştre li Iraq-Kerkûkê û sîrorê başûrê Kurdistanê û dîsa Şengalê pêşiya qirkirinên mezin girtin. Kê ji wan welatan sîng bi sîng li ber van êrîşan xwe girt û berevanî kir.

Ne bi saya PKK’ê ba, wê li Sûriye, Iraq bi milyonan mirov bihata qirkirin. Pêşiya tevgera DAIŞ’ê ya çalakiyan li Ewropayê bike girtin. Ev çend nimûne ji hezaran yek nimûneyên têkoşîna PKK’ê ye ya ji bo gelan kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv