Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: Ev der Heftanîn e 11.01.2021

 

EV DER HEFTANÎN E !
WEYSÎ TALLÎ / WELAT

Ev der Heftanîn e, warê mêrxasî û egîdan. Cihê cenga giran û kabeya şoreşgeran e. Eniya şerê rûyê tarîtî û ronahî ye. Cenga serketin û kolebûnê ye. Cihekî wisa ye ku rûyê heqîqet a rastiya kurdan ê egîdî û dîsa xiyanetê aşkera kir.

Di dîroka gelê Kurd a têkoşînê de piştî berxwedana Kobanê ya ku weke Stalîngrada Kurdî tê pênasekirin, Cenga Heftanînê duyemîn Stalîngrada têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye. Cenga ku piştî êrîşên hemwext ên 15’ê Hezîrana 2020’î ya li Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi taybetî li Heftanînê û şûnde şerekî yê man û nemanê li Heftanînê bi hevkariya PDK’ê û hinek kesayetên mala Barzanî dest pê kir.
Hemû hesab û kîtabên hatibûn kirin ku Heftanîn di nav çend rojan de bê dagirkirin. Li benda roja destpêkirinê bû. Êdî êrîş dest pê kir, lê ‘Hesabê malê û bazarê li hev nehat’. Ewladên leheng ên fedayî yên gelê Kurd, gerîlayên azadiyê bû. Dijmin û xiyanetkaran wer hesab dikir ku bi tank, top û firokeyan dîsa hevkariya sîxuriyê wê bikaribin Heftanînê bigirin û bi wê re her biçe qadên gerîla teng bike û Tevgera Azadiya Kurdan tesfiye bikin.

Ji roja yekê ve tevî hemû teknîk û êrîşên rojane bênavber gerîlayên azadiyê yên di Cenga Heftanînê de cihê xwe digirin her yek bû fedayiyek û qad li dijmin kir goristan. Dijmin ê bi sirûd û merşên fethê hatin, di giran de asê man û bangên ezana mirinê li ber guhê wan bû. Her ku êrîş kirin, her ku bi hevkariya PDK’ê xwestin qadên ji sivîlan vala bikin, rêyên gerîla bigirin; zêdetir derb xwarin û ketin sendroma Heftanînê.

Gerîlayên di bin fermandariya Esmer û Bargiran Erkendî de Heftanîn li dijmin kirin dojeh. Gerîlayên fedayî ji Şeşdarê bigire heta Girê Dupişk ji wir heta Pîrbûla her derê Heftanînê, Xakûrkê û Xantûr bi ruhekî fedayî şer kir. Rê nedan ku dijmin rehetiyê bibîne.

Cenga Heftanînê bi vî rihê mezin, her kêlî her gav têdikoşe. Bi her rengî tevî teknîk û êrîşên zêde, berxwedan tê kirin. Vîna azadiyê careke din mohra xwe li dîrokê da. Têkoşîneke her gava wê şerê man û nemanê tije her gava wê ji jiyanê tije hest û bêrîkirinên azadiyê xuliqandî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv