Ciwanan îro li du navendan bi meşan, bang li tevahiya ciwanên Kurd kirin.
Ciwan bi Pêngava Werin Cenga Azadiyê li Qamişlo û paytext Fransa Parîsê dest bi meşên dirêj kirin.
Meşa li Qamişlo wê heta Sêmalka,,ya li Parîsê jî wê heta Stalîn-grada bajêr bidome.
“WERIN CENGA AZADIYÊ”
LI QAMIŞLOYÊ CIWANAN BER BI SÊMALKA VE DEST BI MEŞA DIRÊJ KIR
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û Yekîtiya Jinên Ciwan, dest bi meşeke dirêj kir.
Endamên herdu rêxistinan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişlo kom bûn.
Li vê derê li ser armanca vê meşa dirêj daxuyaniyek hat dayîn.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Medya Ehmed wiha got:
Piştî daxuyaniyê ciwanan ber bi Sêmalka ve dest bi meşa dirêj a wê 3 rojan bidome kirin.
Ciwan wê bi dorê xwe bigihînin Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Sêmalka.
“WERIN CENGA AZADIYÊ”
LI PARÎSÊ CIWANÊN KURD Û ENTERNASYONALÎST DEST BI MEŞA DIRÊJ KIRIN
Bi heman armancê meşeke dirêj a ciwanan li paytexta Fransayê Parîsê destpêkir.
Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer li navçeya Dransî kom bûn û dest bi meşa dirêj kirin.
Meşa li vê derê jî wê heta 15’ê Kanûnê bidome û li devera Stalîngrad a li Parîsê bi dawî bibe.