WÊRANKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ
ÊRIŞA LI DIJÎ XWEZA Û HAFIZAYÊ; LI GELIYÊ ZÎLAN HES ÇÊDIKIN
Ji bo betalkirina projeya HES’ê ku dihate xwestin li Geliyê Zîlanê were avakirin, li Dadgeha 1’ê ya Wanê doz hatibû vekirin.
Daîreya 6’an a Dadgeha Şêwirdar biryara Dadgeha Îdareya 1’ê ya Wanê ku gotibû, ”Hewceyî bi ÇED’ê an go bi rapora têkildarî hawîrdorê nîne” doz xira kir.
Dadgehê jî serlêdana têkilî rawestandina rêveberinê bêyî ku serî li nêrînên pisporê mijarê bide, bi carekê red kir.
Li ser vê, Şîrketa Gokakim Elektrîk Uretim sala 2014’an dest bi lêkirina HES’ê kir.
Wê demê hin kesên ji herêmê û rêxistinê civaka sivîl li Dadgeha Şêwirmend ji bo ku HES were betalkirin doz vekiribûn.
Hin welatiyan biryara ‘Hewceyî bi ÇED’ê nîne” birin Dadgeha Îdarî ya 1’ê ya Wanê.
Berdevkê Platforma Zîlanê Şehabattîn Demîr ku li ser biryarê axivî got ew ê dev ji venegerin û got:
Em bi biryara ku dadgehê dayî şaş nemane.
Li vir armanc ne tenê çêkirina HES’ê ye, dixwazin bîrekê, komkujiyekê bidin jibîrkirin lê tişta ku li Zîlanê bûyî wê neyê jibîrkirin.
Bi HES’ê dixwazin sirûşta me veguherînin baregeha bazirganî û leşkerî. Destê me wê di qirika wan de be.”