Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Wêneyên êrişkar ên bi çek li Helebê û cihên din derketin holê

 

ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’Ê
WÊNEYÊN ÊRIŞKAR ÊN BI ÇEK LI HELEBÊ CIHÊN DIN DERKETIN HOLÊ

Hikûmeta tirk tevî daraza xwe her kesê ku êrişî avahiyên HDP’ê dike weke kesên berdûş û bêhnteng nîşan dide.

Waliyê Îzmîrê der barê êrişkar de daxuyanî da û got, kesekî xebatkarê tenduristiyê bû û beriya bi demekê îstifa kiriye.

Walî bi daxuyaniya xwe xwest êrişkar weke miroveke ji rêzê nîşan bide.

Li aliyê din îfadeya wî ya li emniyeta îzmîrê jî derket holê.

Di îfadeya xwe de dibêje; “têkiliya min bi kesî re nîn e, ji ber ku ez ji PKK’ê nefret dikim, min êriş kir.”

Lê li gel daxuyaniya walî û îfadeya navborî jî ew nekesekî ji rêzê ye.

Li Helebê û Minbicê wêneyên wî yên bi çek û kamûflajên leşkerî hene.

Li Minbicê tevî çeka MPT-76 di çeperekî dagirkeriya tirk de wêneyê xwe ye.

Ev çek di envanterên artêşa tirk de heye û ji aliyê ekkerên tirk ve tê bikaranîn.

Li dîlokê li kêleka wêneyekî xwe wiha nivîsiye; dema vegera ji ser erkekî.

Bi vê gotina xwe di esasê xwe de eşkere dike ku ew ne yek car gelek caran derbasî axa Sûriyê jî bûye.

Heta li Sûriyê hatiye perwerdekirin û gihandin.

Ji xeynî wêneyên wî yên li van deran li Îzmîrê jî bi çekên cuda wêneyên xwe hene.

Nasname û wêneyên Onur Gencer têkiliya wî ya bi dewleta tirk a dagirker re jî radixe ber çavan.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv