KAMPANYA JI BO PERWERDEYA ZAROKÊN KURD
WÊ KAMPANYA LI SER “FONGOGO.COM” HETA 7’Ê ADARÊ BIDOME
Ekîba Ma Muzîkê ji bo avakirina navendeke perwerdeya muzîkê ya zarokên Kurd kampanyayekê dimeşîne.
Ma Muzîkê di çarçoveya hewldanên xwe de ji 5’ê sibatê ve li ser malpera fongogo dest bi komkirina alîkariyê kiriye.
Ji bo kampanyayê li ser malperê 220 hezar tl hedef danîbû.
Ji ber beşdariya zêde ya 2 rojên dawî, kampanya gihîşt hedefa danîbû.
Lê belê wê kampanya heta roja dawî ango 7’ê adarê bidome.