TÊKOŞÎNA LI DIJÎ SIYASETA ŞER A TIRKIYÊ
WÊ HDP JI BO AVAKIRINA ENIYA AŞTIYÊ DANÛSTANDINAN BIKE
HDP li dijî eniya şer a Tirkiyê ji her alî ve di tevgerê de ye.
Piştî deklarasyona banga aştiyê ya 1’ê îlonê, niha jî amadekariya avakirina eniyeke aştiyê dike.
HDP wê li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Apo jî, têkoşîna xwe xurt bike.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê piştî Bernameya Têkoşîna Demokratîk a bi meşên ji Colemerg û Edîrneyê dest pê kiribû û bi çalakiyên Roja Aştî ya Cîhanê dawî bû, cara yek kom bû.
Mijarên sereke jî deklarasyona banga aştî, tecrîda li ser Rêber Apo, aloziya li Behra Spî û rewşa Sûrî bûn.
Di civînê de herî zêde siyaseta şer a li Tirkiyê û tecrîda dijwar a li ser Rêber Apo hatine nirxandin.
Di nirxandinan de li dijî eniya şer a li Tirkiyê, pêwistiya avakirina Eniyeke Aştiyê derketiye pêş..
Desteya Rêveber biryar da; ji bo avakirina eniya aştiyê wê bi hêzên demokratîk danûstandinan bike
Dûre jî gavên ber bi çav biavêje.
Yek ji mijara bingehîn a civînê jî pêwistiya têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bû.
HDP’ê biryar da ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, têkoşîneke piralî bimeşîne.