Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Wê DÎSK, KESK, TMMOB û TTB bi hev re pîrozbahiya 1’ê Gulanê pêk bînin

 

1’Ê GULANÊ CEJNA KARKERÊN CÎHANÊ
WÊ DÎSK, KESK, TMMOB Û TTB BI HEV RE PÎROZBAHIYAN PÊK BÎNIN

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DÎSK, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî yên Tirkiyê KESK, Yekitiya Odeya Mîmar û Muhendîsên Tirkiyê û Yekitiya Doxtorên Tirkiyê wê bi hev re, 1’ê gulanê cejna karkeran pîroz bikin.

Seroka DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu daxuyaniya hevpar xwend û plansaziya cejnê eşkere kir.

Arzu Çerkezoglu pergala Tirkiyê, wekî pergala kedxwariyê nirxand û diyar kir ku bi wesîleya 1’ê gulanê ewê careke din li qadan dengê xwe bilind bikin.

Arzu Çerkezoglu bi bîr xist ku AKP pêvajoya Corona veguherandiye rantê û got: Bi xwe kongre û civînên her awayî pêk tînin, lê belê her çalakiya mûxalîfan bi bahaneya Corona asteng dikin.

1’Ê GULANÊ CEJNA KARKERÊN CÎHANÊ
DÎSK, KESK, TMMOB Û TTB BANGA BEŞDARIYA PÎROZBAHIYAN KIRIN

Seroka DÎSK’ê herwiha anî ziman ku di serî de li Stenbolê, ewê li hemû deveran bi awayekî herî berfireh 1’ê gulanê pîroz bikin.

Arzu Çerkezoglu herî dwî banga beşdariya pîrozbahiya 1’ê gulanê û têkoşîna li dijî pergala kedxwariyê li hemû gelên Tirkiyê kir.

1’Ê GULANÊ CEJNA KARKERÊN CÎHANÊ
LI HERÊMA EGE Û ÇUKUROVA JÎ WÊ BI GIRSEYÎ WERE PÎROZKIRIN

Nunerê DÎSKê ya herêma Ege’yê Memîş Sari jî diyar kir ku ewê 1’ê gulanê li hemû deveran dakevin qadan û balê bikişînin ser êriş, zext û kuştinên kar.

Li Edeneyê jî DÎSK, KESK, Odeya Mîmar û Muhendîsan, Odeya Doxtoran û Baroyê jî, ji bo pîrozbahiya hevpar, amadekariyan dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv