KRÎZA PENABERAN A LI AMERÎKAYÊ
WASHINGTON BI GIRSEYÎ PENABERAN JI WELÊT DIQEWIRÎNE
Sînorên Meksîka û Amerîkayê ku zemanekî ji bo penaberan deriyê hêviyê bû, niha vediguhere dojeke li rûyê cîhanê.
Bi hezaran penaberên ji Amerîkayê Latîn ku bi zehmetî digihîjin Amerîkayê, kom bi kom ji welêt tên vederkirin.
Penaberên rastî vê muameleya giran tên, li kampa Acuna ya li Meksîkayê bi cî dibin.
Tê ragihandin, gelek penaberên ji Haîtîyê jî ji tirsa vederkirinê, ji kampên Amerîkayê direvin û derbasî aliyê Meksîkayê dibin.
Bi vê pêla nû re, hejmara penaberên li kampa Akunayê jî her ku diçe zêde dibe û rê li ber krîzeke din a însanî vedike.
Penaberên kampa li Meksîkayê didin zanîn, ew hem li kampên Amerîkayê hem jî li yên Meksîkayê wekî koleyan jiyana xwe didomînin.
Hin ji penaberan diyar dikin, li kampan şîr jî tê de pêdiviyên bingehîn ên zarokan nayê peydekirin û eger rewş wisa dewam bike wê gelek zarok jiyana xwe ji dest bidin.
Hêjayê bibîrxistinê ye, bi pêla nû ya penaberên ji Amerîkaya Latîn re, hejmara penaberên li ser sînorê Amerîka û Meksîkayê gihîştiye derdora 15 hezarî.