Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Wargeha penaberan a Mexmûrê: Tevî hemû zehmetiyan berxwedan bi ser ket

 

WARGEHA PENABERAN YA MEXMÛRÊ
NETEWEYÊ YEKBÛYÎ BI AWAYEKÎ FERMÎ NAS DIKE

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr di nava sînorên navçeya Mexmur a girêdayî Parêzgeha Musilê de ye.

Li wargehê nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê dijîn.

Şêniyên wargehê ên di sala 1994’an de ji ber zulma dewleta Tirk neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin, piştî 7 kampan li Mexmûrê bi cîh bûn.

Ev kamp di sala 1998’an de li quntara çiyayê Qereçox ê navçeya Mexmûrê hat ava kirin.

Di salên destpêkê de zehmetiyên gelekî dijwar dîtin.

Di nava salan re, dema Neteweyên Yekbûyî bi awayeke fermî wargeha penaberan a Mexmûr bi awayekî fermî naskir, jiyaneke nû lê hat afiranin.

WARGEHA PENABERAN YA MEXMÛRÊ
LI HIMBERÎ ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê BI TENÊ HAT HIŞTIN

Wargeha Mexmûrê qasî serpêhatiya xwe ya bi êş, bi berxwedana xwe ya dijî çeteyên DAIŞ’ê jî ket rojeva Kurdistan û cîhanê.

Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Iraq û Suriyeyê gelek dever dagir kirin û komkujî pêk di anîn.

DAÎŞ’Ê piştî kumkujiya Şengalê, berê xwe dan Hewlêr û Mexmûrê.

Ji ber tehdîda DAIŞ ya li ser Hewlêrê bi hezaran kesî bajar terikand.

Artêşa Iraqê û hêzên girêdayî PDK’ê ji herêmê vekişiyan, Neteweyên Yekbûyî nûnertiya xwe ya li wargehê girt û ji herêmê derket.

Bi vî rengî wargeh careke din bi tenê hat hiştin.

Şêniyên Waregehê di nava xwe de hêza parastinê ava kirin. Gel derbasî heremên bi ewle kirin û li hemberî êrişan ketin pozîsyona xweparastinê.

WARGEHA PENABERAN YA MEXMÛRÊ
TEVÎ HEMÛ ZAHMETIYAN BERXWEDAN BISER KET

7’ê Tebaxa 2014’an de çeteyan êrîş kirin.

Bi tevlîbûna gerîlayên HPG’ê re, di encama berxwedana 3 rojan de, wargeh di 10’ê Tebaxê de ji çeteyan hat paqijkirin.

Bi vî rengî cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin û xofa wan hat şikandin.

Piştre navçeya Mexmûrê hat rizgarkirin. Di wê demê de pêşmerge jî tevlî vê berxwedanê bûn. Bi vî rengî metirsiya li ser Hewlêrê jî rabû.

Piştî rizgarkirina wargehê û navçeya Mexmûrê Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesut Barzanî, çû serdana wargehê û bi fermandarên gerîlayên HPG’ê re hevdîtin kir.

Barzanî spasiya gerîla û gelê wargehê kir.

Lê îro ew aliyên ku wê demê spasiya gelê wargehê dikirin, niha ji ber zexta dewleta tirkiyê, ambargo danine ser gelê wargehê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv