Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Waliyê Strasbourgê giliyê biryara şaredariyê ya desteka ji bo ‘Millî Goruş’ê’ ji dozgeriyê re kir 07.04.2021

 

LI FRANSAYÊ DESTEKA JI BO ‘MILLÎ GORUŞ’Ê HAT
WALIYÊ STRASBOURGÊ GILIYÊ BIRYARA ŞAREDARIYÊ JI DOZGERIYÊ RE KIR

Mizgefta ‘Eyup Sultan’ ku tê pîlankirin li Strasbourgê were çêkirin, beriya bi salan hîmê wê ji aliyê wezîrê AKP’ê Bekîr Bozdag ve hatibû danîn.

Hikûmeta tirk jî di nava salan de gelek caran bi gotina; wê bibe ‘Kulîyaya herî mezin a Ewrûpayê.’ propagandaya wê dike.

Lê ji ber fînansmaneke domdar jê re nehatibû dîtin, înşaeta wê neqediyabû.

Îcar Meclisa Şaredariya Strasbourgê biryar girt ku ji bo çêkirina mizgeftê bi qasî 2 milyon û 500 hezar ewro desteka malî bide.

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê der barê biryarê de nerazîbûn nîşan dabû û ji ber AKP fînansmana wê dike, biryar weke “fînansmana ji bo dewleta tirk dest li nav karên Fransayê werde” nirxandibû.

Ji ber mizgeftên li Ewrupayê ekserî ji aliyê AKP’ê ve weke navendên îstîxbaratê û gihandina çetayan tên bikaranîn, gelek rekasiyon jî hene.

Waliyê herêma Bas-Rhîn ku Strasbourg jî di navê de ye, ji bo betalkirina biryara destekê serî li dozgeriyê da.

Walî di gilînameya xwe de destnîşan kir ku wan gelek caran ji bo biryar paşve were girtin bi Şaredara Strasbourgê re têkilî danîne lê hewldanên wan bê encam mane.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv