VEYSÎ SARISOZEN / YENÎ YAŞAM
DIVÊ KOMKUJIYA LI GARÊ WERE RONÎKIRIN
Min heta niha nebîhistiye ku di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê de hêzên mutefîq eskerên xwe yên dîl ketine dest kampên wan ji erdê û hewa bombe kirine.
Li Yekîtiya Sowyetan jî heman bûyer çênebûye û min nexwendiye. Li cem Naziyan jî heman tişt neqewimiye. Ji ber ku ev yek nayê kirin. Di hiqûqa şer a navnetewî de ji bo êsîran mafê jiyanê heye. Ev yek heye, lê kesî bîr nebiriye ku artêşek esker û sîxurên xwe yên dîl bombebaran bike. Ji ber vê yekê xaleke bi vî rengî di qanûnan de jî nehatiye bicihkirin.
Eger ne şaş bim sala 1944’an welatparêzên Îtalyan Mussolînî girtin û li maleke çiyê hepis kiri bûn. Hîtler biryar da ku Mussolînî were rizgarkirin. Ji bo vê yekê yekîneyek jêhatî ya komandoyan ava kir. Armanc ew bû ku Mussolînî bi saxî rizgar bikin. Vê yekîneya taybet Mussolînî rizgar kirin. Hîtler ji komandoyên xwe re negot biçin wê malê bombe bikin, dijmin bikujin û Mussolînî rizgar bikin. Ji ber ku rizgarkirina êsîran bi bombekirina kampê wan pêk nayê. Eger we ev yek kir wê demê sûcê şer e.
Li Garê kampek hat bombekirin. Li wê derê êsîrên Artêşa Tirk û MÎT’ê hatin kuştin. Lê ji aliyê kê ? Divê ev yek were ronîkirin.
Tişta ku were kirin divê heyetek serbixwe biçe herêmê. Heyetek bêteref a Tiba Edlî otopsiyê cenazeyan bike. Li gorî raporê wan divê biryar were dayîn.
Garê ne di nava sînorên Tirkiyê de ye. Ji ber vê yekê Dewleta Tirk nikare bêje ti kes nikare vê lêkolînê bike. Lewma rêveberiya başûrê Kurdistanê û Hiqûmeta Iraqê dikarin biryarê bidin. Herdu rêveberî divê destûrê bidin ku heyetên serbixwe yên navnetewî lêkolînê bikin. PKK’ê di daxuyaniyên xwe de eşkere kir ku ew ji lêkolînên navnetewî re vekirî ne. Xuyaye ku PKK encama heyetan qebûl dike. Yanî kuştina êsîran sûcê giran e. Eger eskerên wan kiribe wê cezakirina wan pêk bîne. Di rewşeke berovajî de jî divê Dewleta Tirk eskerên xwe yên komkujî kirine ceza bike.