Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Veysî Sarisozen: AKP rêxistineke terorê ya çekdarî ye û divê were girtin

 

VEYSÎ SARISOZEN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
AKP RÊXISTINEKE TERORÊ YA ÇEKDARÎ YE Û DIVÊ WERE GIRTIN

Di rewşa şer de Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e. Kurd jî dijminê Dewleta Tirk in. Dijmin şerê hev dikin û kî bi serkeve bi ya wî dibe. Eger wilo nebe wê li hev bikin. Navê wê lihevkirinê jî aştî ye.

Eger hilbijartin pêk were û rejîm fêm bike ku wenda dike wê Erdogan çi bike gelo ?

Daxuyaniyên dawî yên Sedat Peker nîşan dide bê wê rejîm çi bike.

AKP ji darbeya 15’ê Tîrmehê û vir ve xwe bi sîleh dike. Suleyman Soylû ji baskê ciwanên AKP’ê re sîleh belav kirine.

Erdogan bi sextekariya milyonek û nîv dengan hilbijartin bi ser xist. Kiliçdaroglû ji kesî re negot bê çima li dijî wê derneketin kolanan. Ji ber ku li kolanan milîsên AKP’ê hebûn.

Peker îspat kir ku AKP rêxistineke terorê ya çekdarî ye. Rejîm bi çekdarî xwe ji hilbijartinê re amade dike. Ti wateya sîstema parlementeriyê tineye.

Qaşo Kurd jî xwe amade dikin bi rejîmê re li hev bikin. Dev ji van çîrokan berdin.

Gelê Kurd bi salane ku mekanîka darbeyê keşif kiriye. Zêdetirî 5 sal in HDP’yî li dijî darbeya hilbijartinê qadan naterikînin.

Lê wê ew roj dîsa were û emê bibînin bê kî bi rejîmê re li hev dike. Wê bê dîtin bê kî li dijî rêxistina terorê ya AKP’ê û kontrayên MHP’ê li ber xwe dide.

Dev ji hesabên dengan û tifaqa hilbijartinê berdin. Lê bifikirin bê çawa faşîzma rêxistina terorê ya çekdarî AKP-MHP û Ergenekonê têk bibin.

Li dijî girtina HDP’ê derkevin. Divê ne HDP, rêxistina çekdarî ya terorê AKP were girtin.

Ev jî hatin dîtin

Gerîla li Zapê li Dagirkeran da

Stêrk Tv

li Dijî Gerîla Çekên Kîmyewî

Stêrk Tv

Xebatên Dîplomatîk ên Bakur û Rojhilatê Sûrî

Stêrk Tv

li Kobanê Êrişke Dewleta Tirk a Dagirker

Stêrk Tv

Naskirina Statuya Rojavayê Kurdistanê

Stêrk Tv

Salvegera Şehadeta Bêrîtan Gulnaz Karataş

Stêrk Tv