Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ulla Jelpke: ‘Bi vê sosretê Almanya dibe hevkara sûcê Tirkiyeyê’

 

ALMANYA RÊ NEDA ÎNÎSIYATÎFA PARASTINA KURDISTANÊ
PARLEMENTER GOKAY AKBULUT EV BÛYERA SOSRET JI HUKÛMETÊ PIRSÎ

Almanyayê, parlementera partiya çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî di navê de çûyîna 17 kesan a Başûrê Kurdistanê, asteng kiribû.

Hem di çapemenî û hem jî di siyaseta Alman de nîqaşên li ser vê destwerdana hukûmeta Almanya didomin.

Parlementera Partiya Çep Gokay Akbullut ji hukûmeta federal a alman pirsî, ka çima çûna heyetê hatiye astengkirin.

Di pêşniyarpirsê de valakirina 22 gundan, şewitandin û talankirina bi hezaran hektar daristanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve jî hatin bibîrxistin.

Gokay Akbulut ev pirs kir:

Gelo hukûmeta federal derheqê van kirinan de çi difikire?

Tê payîn heta 23’yê Hezîranê hukûmet bersivê bide pêşniyarpirsê.

ALMANYAYÊ RÊ NEDA ÎNÎSIYATÎFA PARASTINA KURDISTANÊ
ULLA JELPKE: BI VÊ SOSRETÊ ALMANYA DIBE HEVKARA SÛCÊ TIRKIYEYÊ

Berdevka Polîtîkayê ya Koma Partiya Çep a Meclîsa Federal Ulla Yelpkî jî astengkirina çûyîna heyetê weke sosret bi nav kir.

Yelpkî wiha got:

Ev li dijî kar û xebatên mafê mirovan darbeyek e.

Ev biryareke siyasî ye û krîmînalîzekirina delegasyona aştiyê ye.

Hukûmeta Federal a Almanya bi vî rengî careke din dibe hevkara sûcê Tirkiyê.

Piştgiriyê dide dagirkerî û êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê.

Divê ev bûyer tavilê were çareserkirin û saziyên dewleta Alman dawî li alîkariya ji bo Erdogan bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv