Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tora piştevaniya bi Kurdistanê re ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kir

 

FREE OCALAN – JI OCALAN RE AZADÎ
TORA PIŞTEVANIYA BI KURDISTANÊ RE JI BO TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BANG KIR

Li Îngilistan Yekitiya Sendîkayan jî di nav de saziyên civaka sivîl û yên kedê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe didomînin.

Yek ji van saziyan jî Tora Piştevaniya bi Kurdistanê re ye.

Endamên saziyê tecrîda wextekî ya li ser lîderê Afrîka başûr Nelson Mandela bi bîr xist.

Destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo û têkoşîna gelê kurd a di oxira azadiyê de bi hev ve girêdayî ne.

Diyar kirin ku polîtîkayên mêtingeriyê yên dewleta tirk li ser gelê kurd jî bi Pergala Îmraliyê re tê domandin.

Dewleta tirk a di bin rêveberiya AKP-MHP’ê de ye polîtîkayên wê yên şîdetê ne tenê li dijî gelê kurd ên li nav sînorên Tirkiyê ye.

Ew di heman demê de li Sûriye, li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî polîtîkayên xwe yên qirker bi pratîkên cuda dewam dike.

Ji bo bi awayekî sîstematîk polîtîkayên qirker bidomîne jî li Îmraliyê tecrîda li ser Ocalan didomîne.

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecrîda li ser aştî û demokrasiyê ye.

Ne Ocalan lê yên ku aşitî û demokrasiyê tecrîd dikin lazim e werin mehkemekirin.

Em ê tevî hemû gelên cîhanê tecrîdê teqez bişkînin.

Free Ocalan Azadî ji Ocalan re.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv