6. KOMXEBATA TJK-EWRÛPA
TJK-E ENCAMNAMEYA KOMXEBATA XWE EŞKERE KIR
Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa-TJK-E komxebata xwe ya 6. li darxist.
Komxebat di navbera 17-20’ê Hezîranê de pêk hat.
Encamnameya komxebata 6. a bi şîara “Azadiya Rêber Apo, Azadiya meye” pêk hat bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.
Komxebat diyarî şehîd Delal, Hêvî û Denîz Poyraz hat kirin.
Yek ji mijarên girîng ku di komxebatê de hate destgirtin pergala îşkenceyê ya li Îmralî bû.
Berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ya li dijî faşîzm û qirkirinê bi berfirehî hate nirxandin û ji bo bicihanîna paradîgmaya Azadîparêziya Jinê, Demokratîk û Ekolojîk, ji bo parçekirina sîstema Îmraliyê biryarên girîng hatin girtin.
Êrişên li ser Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê jî mijarên sereke yên rojeva komxebatê bû.
Pêkhateyên komxebata me têkoşîna bi heybet a gerîla ji xwe re kir bingeh û biryardariya xwe nîşan da ku li her qadê ruhê berxwedanê yê Metîna, Heftanîn, Zap û Avaşînê biafirîne, ji Ewropayê heta Metîna û Zapê bi dirûşma ‘Gerîlayên berxwedêr rûmeta jinên Kurd ên berxwedêr e’ xeleka ji berxwedanê ava bike.
Li gel têkoşîna li dijî êrişên dagirkerî û qirkeriyê, her wiha mezinkirina têkoşîna li hemberî xeta xiyanet û nokeriyê li ser bingeha yekîtiya Netewî bê meşandin hate destnîşankirin.
Di encamnameyê de hate bibîrxistin ku roja komxebata wan destpêkir, Denîz Poyraz bi awayek hovane hate qetilkirin û komxebatê biryaradariya xwe ya têkoşînê li dijî komkujî û êrişên qirkirinê destnîşan kiriye.