Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

TJK-E: 23’yê Çileyê ji tecrîdê re bibêjin êdî bes e 21.01.2021

 

“DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
TJK-EWRÛPA: 23’YÊ ÇILEYÊ JI TECRÎDÊ RE BIBÊJIN ÊDÎ BES E

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê nêz dibe û wê komplo bikeve sala 23’an

23ê Çile wê bi pêşengiya Tevgera jinên Kurd a Ewrûpa ji bo azadiya Fizîkî ya Rêber Apo û li dijî komploya navneteweyî çalakî pêk werin.

TJK-Ewrûpa bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê daxuyaniyek da.

Tevgera Jin diyar kir ku bersiva Rêber Apo ya li dijî komplogeran bûye avakirina jiyaneke azad.

Hêzên komploger di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd, Jin û derdorên dilxwazên azadiyê hemû kirin hedef.

Lê bi pêşbiniya Rêber Apo hê di roja pêşî de komplo hat pûçkirin.

Rêber Apo ji bo azadiya gelan tê dikoşe, bi helwesta xwe nehişt komplo bigihe hedefa xwe.

Rêber Apo bi avakirina paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bersiv da komplogeran.

TJK-Ewrûpa diyar kir ku gelê Kurd pêşengî ji şoreşa zihnî redike û vê tespîtê dike.

Gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo zêdeyî 40 sale li dijî qirkirinê bi serkefti têkoşîna hebûn dide.

Di serî de têkoşîna azadiya Jinê li Rojhilata navîn pêşengî ji geşedanên şoreşê re dike.

Nîşanî hemû cîhanê dide ku jiyaneke demokratîk û azadîxwaz pêkan e.

Tevgera Jinên Kurd daxuyakirinr ewê 23’ê Çile bi çalakiyên xwe daxwaza azadiya Fizîki ya rêber Apo bikin û ji tecrîd û dagirkeriyê re bibêjin Edî Bes e.

Bi pêngava Bese ji Tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye emê têkoşînê geş bikin.

Di serî de jin bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, 23’ê çile tevlî çalakiya me bibin û ji tecrîdê re bibêjin Êdî Bes e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv