Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

TJA li Amedê der barê qedexeya rengên keskûsorûzer de daxuyanî da

 

BÊ TEHEMÛLIYA LI DIJÎ RENGÊN KURDÎ
TJA’YÊ LI AMEDÊ DER BARÊ QEDEXEYA RENGÊN KESKÛSORÛZER DE DAXUYANÎ DA

Tevgera Jinên Azad û DBP’ê di 16’ê Cotmehê de li Amedê mitînga “Dema Azadiya Jinê ye” li dar xistin.

Tevî astengiyên polîsên Tirk jî bi hezaran jin beşdarî mitîngê bûn.

Polîsan dayîka aştiyê Hatîce Beytûr ji ber guliya keskûsorûzer di destê wê de bû kirin binçavan.

Tevgera Jinên Azad TJA’ê têkildarî zextên dewleta Tirk li avahiya DBP’ê ya navçeyê daxuyaniyek da.

Parlementerên HDP’ê Semra Guzel, Remziye Tosûn û endamên komeleya Rosa jî tevil bûn.

Li ser navê jinan hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a bajêr Seval Gulmez daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin.

Stranên me yên li hemberî pergala deshildariya mêr hatin qedexekirin. Bi hincetên pûç û vale destûr nedan ku jin pankartan bînin qada mîtîngê.

Bi hinceta ewlekariyê, pêkanînên wekî êşkenceyê di têketina qadê de hate kirin.

Jinên ku ji bajarên din hatin, li sê bendên kontrolê hatin rawestandin û kontral kirin.

Heta kincên binî yên jinan hatin kontrol kirin û pêlavên wan hatin derxistin.

Bi van lêgerînên wekî tacîzê, alavên şexsî yên jinan hatin desteserkirin.

Parêzera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek jî hate derbkirin û destgîrkirin.

Dayikên Aştiyê hatin binçav kirin û li mizgeftan ew dan sekinandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: Wê hêza me ya rêxistinkirî mezin bibe.

Dem dema azadiya jinan e.

Bi hevgirtina jinan û hêza xwe em ê li hemberî desthilatdariya mêr, her dem têbikoşin.

Em careke din diyar dikin, li hemberî zextên we em ê bi paş ve gavan neavêjin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv