LI SER GEFÊN ERŞET SALIHÎ
5 KARKERÊN MEXMÛRÊ HATIN ÊŞKENCEKIRIN
5 karkerên ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê 24’ê Tebaxê dema ji Silêmanî vedigeriyan malê, li navçeya Pirdê ji aliyê hêzên Iraqî yên Tirkmen hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, piştî binçavkirinê her 5 karkerên, sewqê Kerkûkê tên kirin.
Li vir karkerên Mexmûrî ji aliyê çekdarên Turkmen ve êşkence li wan tê kirin.
Hate ragihandin ku piştî çend rojan, karkeran ji Kerkûkê sewqî Bexdayê dikin.
Li vir piştî lêpirsînê karker serbest tên berdan.
Heman çavkaniyê ragihand ku her pênc karker bi silametî gihiştine Mexmûrê.
Hêjayî bibîrxistinê ye Serokê Eniya Turkmenan Erşet Salihî di daxuyaniyek xwe de gef li penaberên Mexmûrê xwaribû.
Piştî gefên Salîhî êşkencekirina karkerên Mexmûrê cihê fikarane û metirsiya li ser wargehê radixe ber çavan.