Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tirkiye çeteyan di ser Hewlêr re dibe Behdînan û Soran

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe yên ku beriya niha biribûn Azerbaycan, Idlibê û Lîbyayê, di ser Ammanê re derbasî balafirgeha Hewlêrê dike û ji wir jî dibe herêmên Behdînan û Soran.

Li gorî agahiyên ku hin çavkaniyên siyasî yên nexwestin navên wan werin eşkerekirin dane Rojnews, dewleta Tirk a dagirker, çeteyên xwe ji Idlib, Azerbaycan û Lîbyayê vediguhese Herêmên Parastina Medya.

Çavkaniyan diyar kirin ku Tirkiye komên çeteyan bi balafiran di ser Ammanê re derbasî balafirgeha Hewlêrê dike. Komên çete ji vir jî derbasî devera Haciomeran a herêma Soran û deverên Behdînan ên li nêzî Duhokê tên kirin.

Çavkaniyan gotin ku komên çete li Balafirgeha Hewlêrê dibin kontrola MÎT û rayedarên PDK’ê de tên dabeşkirin û ji bo herêman tên şandin. Ji bo ku neyên nasîn jî, cilên leşkerî yên hêzên PDK’ê li wan tên kirin. Hat gotin ku di nava çeteyan de hinek Kurdên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin jî hene.

Beriya niha jî di gelek saziyên çapemeniyê de nûçe hatibûn weşandin û hatibû gotin ku komên çete ji bo herêma Behdînan tên şandin.

Her wiha di hinek daxuyaniyên HPG û PKK’ê de jî bal hatibû kişandin ku komên çete tînin herêmê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv