Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tim Engels: Ocalan jî wekî Arafat, Adams, Otegi xwedî roleke dîrokî ye

 

PERGALA ÎŞKENCEYA YA LI ÎMRALIYÊ
ENGELS: OCALAN JÎ WEKÎ ARAFAT, ADAMS, OTEGÎ XWEDÎ ROLEKE DÎROKÎ YE

Tim Engels ku li bajarê Almanya Dusseldorfê li gel parêzeriya xwe bi parêzvaniya mafên mirovan tê naskirin.

Engels bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî Pergala Îmraliyê û sedema girîngiya azadiya Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand.

Engels bi bîr xist ku CPT di mijara sîstema tecrîdê û îşkenceya li Îmraliyê de muxatab e, lê belê ev sazî tenê bi erka şêwirmendiyê radibe û got:

Di vir de rola mezin dikeve ser milê Konseya Ewrûpayê ye ji ber ku berpirsyariya sereke ya hikûmetên vê konseyê ne.

Biryarên Konseya Ewropayê, Tirkiyê eleqedar dike ji ber ku ew endameke konseyê ye.

Lê belê li gel vê yekê jî Konseya Ewropayê bi hişyariyên CPT û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nakeve nava liv û tevgerê û bêdeng dimîne.

Sedema vê yekê bêguman têkiliyên leşkerî û bazirganiyê yên bi Tirkiyê re ye.

Her wiha divê peymana li ser penaberan a Yekîtiya Ewropayê jî li vê yekê bê zêdekirin.

Tirsa herî mezin ew e ku Tirkiye bikeve nava hewldanên ku vê peymanê bixe nava metirsiyê.

Parêzvanê Mafên Mirovan Engels anî ziman ku azadiya Rêber Apo wê ji bo gelên li herêmê aştî û azadiyê bîne

Engels wiha dewam dike:

Bi dîtina min wê tevkariya herî mezin li xwerêveberî, azadiya jinê û Konfederalîzma Demokratîk a civaka demokratîk-ekolojîk bike.

Tim Engels bi bîr xist ku ji agirbesta destpêkê ya sala 1993’an heta pêvajoya Oslo, pêvajoya çareserî û aştiyê ya li Îmraliyê gavên ji bo aştiyê hemû ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatine avêtin

Bêguman qedandina şer û destpêkirina pêvajoya çareseriyê di destê wî de ye, ev yek beriya niha gelek caran hate dîtin.

Engels rola Rêber Apo şiband rola diyarker a Nelson Mandela, Gerry Adams, Yaser Arafat, Arnaldo Otegi û Carles Puigdemont ku di pêvajoyên çareserî û danûstandinan de lîstin.

Engels diyar kir ku fikir û ramanên Rêber Apo ne tenê bandorê li tevgera azadiyê ya Kurd dike, her wiha bandorê li gelên Rojhilata Navîn jî dike û got:

Jixwe ji ber ku ev rola wî tê zanîn Abdullah Ocalan li girtîgehê tecrîdkirî ye.

Ji ber ku dewleta Tirk ne alîgira aştî û çareseriyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv