Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Tifaqa Demokrasiyê’: HDP bi 8 partiyan re li hev civiya

 

“TIFAQA DEMOKRASIYÊ”
HDP BI 8 PARTIYAN RE LI HEV CIVIYA

Partiya Demokratîk a Gelan-HDP, di 27’ê Îlona 2021’an de bi “Deklerasyona Banga Aştî, Edalet û Demokrasiyê” banga “Tifaqa Demokrasiyê” kir.

Bi îlankirina deklerasyonê, HDP bi gelek aliyên cuda re rûnişt û xebat da meşandin.

Di çarçoveya xebatê de HDP, 18’ê Çileyê li Enqereyê bi nunerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re civiya.

Piştî civînê, li sernavê partî û tevgerên beşdarî civînê bûne daxuyaniyeke hevbeş hat dayîn.

Di daxuyaniyê de polîtîkayên kedxwarî, talan û cihêkariyê yên desthilatê wekê sedema xizanbûna hemû gelan û talankirina xwezayê hat desnîşankirin.

Daxuyanî wiha didome;

Xelasiya ji vê yekê mezinkirina hêviyê û yekîtiyeke xurt e.

Ev yek dikare pêşî li ber rejîma çewisîner bigire û rê li ber guherîn û veguherîneke demokratîk veke.

Lewma em wisa bawer dikin ku hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyê divê li dor têkoşîneke berfireh kom bibin.

Di vê çarçoveyê de, em wekî partiyên siyasî HDP, EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP, TOP û TKP’ê, piştî bangawaziya HDP’ê, 18’ê Çileya li hev kom bûn.

Di daxuyaniya hevpar de çend xalên din ku derketine pêş jî wiha tê rêzkirin;

Me biryar girt ku em têkoşîna hevpar bidomînin, zemînên têkoşînê zêde û xurt bikin,

Mijarên têkoşîna hevpar diyar bikin û wan pêk bînin,

Me biryar girt ku em qîma xwe bi beşdarbûna heyî neynin, berevajî wê divê têkoşîna hevpar berfirehtir û zeximtir bikin û hemû hêzên çepgir, sosyalîst û şoreşger daxilî bikin.

Em ê bi tevahiya bindest, mexdûr, kedkar, jin, ciwan û hawirdorparêzan ên Tirkiyeyê re rê û rêbazên welatîbûnek li ser asasên demokrasî û wekheviyê û têkoşîna hevpar nîqaş bikin.

Em hêzên demokratîk, çepgir, sosyalîst û şoreşger bibiryar in ku berpirsiyariya civakî ya dikeve ser milê me pêk bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv