Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘The American Prospect’ dewlemendiya Barzaniyan nivîsand

 

THE AMERICAN PROSPECT DEWLEMENDIYA BARZANIYAN NIVÎSAND
BI TAYBETÎ DEWLEMENDIYA MESRÛR BARZANÎ XWE GIHANDIYE HETA MIAMÎYÊ

Dosya bi nûçeya avahiya dermanfiroşeke li navenda mayamî destpêdike.

Piştî lêkolînan hatiye famkirin ku ev demanfiroş aîdî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye û bi şopa malên wî yên li Amerîkayê ketine.

Derdikeve holê ku vîllayeke wî ya li mayamî heye ku bi 18 milyon dolarî kiriye.

Jixwe xaniyên malbata Barzaniyan ên li Amerîkayê gelekî zêde ne û ev mal û milkê wan bi navbeynkariya şîrketên nepen tên kirîn.

Ji ber ku pereyekî mezin ê bi destan hatiye dayîn, malbata Barzanî li Losencilsê jî bûye sedema lêkolînekê.

Li vêderê jî, li taxa herî namdar a Amerîkayê BeverlîHîlsê du xaniyên wan ên bi milyondolaran derketiye.

Di nûçeyê de tê gotin ku, Mesrûr Barzanî dîsa bi navbeynkaran, li deverên cihê yên bajarên mezin ên Amerîkayê milk kirîne.

Yek ji van kirînan ku bi navbeynkariya şîrketeke Petrolê ya bi Şelê re kar dike, di sala 2010’an de eşkere bûbû.

Dî Amerîkan Prospekt cîh daye belgeyên wîkîlîks, Panama û Pandorayê jî ku di vana de gendeliyên mezin ên li Başûr derketibû holê.

Kirîna avahiya di BircXelîfa ya namdar a li Emaretê, dîsa kirîna giraveke çêkirî ya li vêderê û bertîlxwariya bi navbeynkariya şîrketên mezin, di van belgeyan de hatibû vegotin.

Heta hatibû gotin ku saziya îstixbaratê ya Herêmê Kurdistanê ku di bin parastina Sîayeyê de bû, bi eşkereyî ji şîrketan bertîl xwestiye.

Ev yek jî di nava Amerîkî û arzaniyan de bûbû pirsgirêk.

Lê belê bi şerê li dijî DAÎŞ’ê re, Sîayeyê ev pirsgirêk talox kiribû.

Di dosyayê de Herêma Kurdistanê weke herêmeke nîv serbixwe ya li Bakurê ıraqê tê behskirin û têgotin, bi salene ji aliyê malbata Barzanî ve bi sîstemeke paşatî tê rêvebirin.

Her wiha tê gotin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê mîna Siûdiyan, desthilata xwe ji bo êrîşkirin, êşkencekirin û kuştina rexnegir û rojnamevan bikartîne.

Li ser qetilkirina rojnamevan Serdeşt Osman jî ev agahiya girîng tê dayîn:

“Barzanî xwendekarekî zankoyê yê li Herêma Kurdistanê bi navê Serdeşt Osman ji ber axaftineke bi henekî li ser zewaca li gel xwişka serokwezîrê herêmê, îşkence kir û paşê jî qetil kir.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv