Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevneke qirêj: MÎT’a Tirk û îstîxbarata rejîma Şamê li Bexdayê dicivin

 

TEVNEKE QIRÊJ
MÎT’A TIRK Û ÎSTÎXBARATA REJÎMA ŞAMÊ LI BEXDAYÊ DICIVIN

Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bi hemû dijwariya xwe didome

Navenda vî şerî Kurdistana di bin êrişên dagirkeriyê de ye.

Dagirkerên Kurdistanê ji halê parçeyî ya siyaseta kurdî jî sûdê digirin û dixwazin kurdan têk bibin û destkeftiyên wan ji holê rakirin.

Bi vê armancê di nava çend rojan de wê musteşarê MÎT’a tirk Hakan Fîdan li Bexdayê hin hevdîtinan bike.

Li gorî nûçeya rojnama Şerq El Ewsadê ku xwe dispêre çavkaniyên Tirk, Fîdan wê bi Serokê Ewlekariya Sûriyê Elî Memlûk re bicive.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dagirkeriya tirk li ser axa Sûriyê ji El Nusra heta bi DAIŞ’ê gelek komên çete xwedî kirin û pê êrişî pêhateyên Sûriyê kirin.

Dîsa li Idlib, Efrîn, Cerablus, Bab, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkeriya tirk bi çeteyên xwe hîn jî êriş dibe ser pêkhateyên li herêmê.

Li gel vê yekê jî, tê îdiakirin ku rojeva sereke ya civîna Fîdan û Elî Memluk wê kurd û êrişeke hevpar a muhtemel a li dijî kurdan be.

Beriya vê hevdîtinê, 28’ê tebaxê ‘Konferansa Hevkarî û Şirîkatiyê ya Bexdayê’ hat lidarxistin.

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu jî tevî welatên cîran ên Iraqê di vê civînê de amade bû.

Li civînê hin danûnstandinên li dijî desteftiyên kurdan jî hatin rojevê.

Li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hin rayedarên Iraqê di konferansê de bi rayedarên tirk re hin hevdîtin kirine û di encamê de jî hin soz dane dewleta tirk a dagirker.

Li aliyê din beriya vê konferansê wezîrê bergiriyê yê Iraqê Cuma Înad di 18’ê tebaxê de serdana Enqerê kir.

Cuma Înad bi wezîêr şerê qirêj Hulusî Akar re hevdîtin pêk anî. Di wê cîvînê de li ser navê Iraqê Cuma Înad peyameke krîna çekên giran ji Tirkiyê jî girêdabû.

Hêjayî bibîrxistinê ye di dema hevdîtinê de êrişên dagirkeriya tirk li ser şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê dewam dikirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv