Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevna qirêj a PDK’ê: Pîlana Reçbiraxa û rastiya siyaseta PDK’ê

 

TEVNA QIRÊJ A PDK’Ê
PÎLANA REÇBIRAXA Û RASTIYA SIYASETA PDK’Ê

Hêzên taybet ên PDK’ê ev demek e li nehyeya Şêladiz a Amediyê di nava tevgereke zêde ye.

Dihat meraqkirin ka li pişt plana Reçbiraxa çi heye?

Çavkaniyên nêzî PDK’ê bi xwe vê yekê eşkere dikin.

Plan di navbeyna PDK û MÎT’ê de bûbû danûstandineke zêde.

Niha diyar dibe ku PDK bi giregirên eşîrên herêmê re rûniştiye û gotiye heke li herêma Reçbiraxa bi cih bibe, ji xeta Banista û Nêrwe heta bi Geverê wê deriyekî nû yê sînor veke.

PDK ji bo vê pîlanê bibe serî jî gelek sozên li ser aboriyê dane.

Ji bo ku li Reçbiraxa bi cih bibin ji eşîrên herêmê xwestiye pê re û bi MÎT’ê re tevbigerin.

MÎT’a tirk jî ji aliyê xwe ve li bakurê Kurdistanê li ser sînor bi eşîran re rûniştiye.

Li ser sînorê Behdînanê sê deriyên sînor hene.

Deriyê Xabûrê ku ji Şirnex/Silopya li Duhok/Zaxo vedibe, Deriyê Serzêr ku ji Çelê vedibe ser Kanîmasiyê û Deriyê Zêtê ku ji Gerdiyan vedibe ser Mêrgasorê.

Deriyê Sînor ê Serzêr piştî ku baregeha Tirk hate avakirin tenê ji bo desteka lojîstîk û teqwiyeya leşkerî ya li baregehên Tirk hate bikaranîn.

Deriyê sînor ê Zêtê tenê ji bo desteka lojîstîk û teqwiyeya leşkerî li baregeha Tirk a li Lêlikanê tê bikaranîn.

Deriyê sînor ê Xabûrê jî hem ji bo lojîstik û teqwiye hem jî ji bo karên îstîxbarî tê bikaranîn.

PDK, ji bo ku kontrola Reçbiraxa berê jî xwestibû hêzekê ji şêniyên herêmê saz bike.

PDK di tîrmeha 2020’an de ji bo şikandina xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li Şêladizê bi giregirên eşîrên herêmê re rûniştibû.

Berpirsê PDK’ê yê Amediyê Omer Oreyî gotibû;

”Ciwanên li herêmê ti karê wan nîne, xeyalên xwe jî mezin in, ji bêkariyê hikûmetê berpirs dibînin, em li ser formulekê rawestiyan, em tûgayekê li hêzên Pêşmerge zêde bikin em dikarin vê meseleyê çareser bikin”.

PDK bi vî awayî dixwaze ji ciwanên herêmê komên qoricî saz bike û li dijî gerîla bide şerkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv