Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevna Qirêj a li Ser Şengalê

 

Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrur Barzanî dîsa bi zimanê dagirkeriya tirk axivî û hebûna PKK’ê weke sedema aloziyan nîşan da.
Barzanî di gelek waran de PKK tohmetbar kir û têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re jî îtîraf kirin.
Îstîxbaratvanê berê Mesrur Barzanî ti gazin ji daxuyaniyên dagirkeriya tirk ên di heqê başûr de nekir û got: Heke PKK nebûya Tirkiyeyê sînorê me derbas nedikir.

TEVNA QIRÊJ A LI SER ŞENGALÊ
MESRUR BARZANÎ: BERJEWENDIYÊN ME Û TIRKIYÊ YEK IN

Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrur Barzanî 27’ê cotmehê li Hewlêrê beşdarî foruma Înstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn MERI’yê bû.

Di forumê de weke serokê Herêma Federe Nêçîrvan barzanî mijara Şengalê anî rojevê û PKK’ê tohmetbar kir.

Mesrûr Barzanî her çend îro li ser postê serokwezîrtiya herêma federe rûnê jî di esasê xwe de qada wî ya pîsporiyê ji polîtîkayê zêdetir îstîxbarat e.

Bi salan li ser rêxistina îstîxbarata PDK’ê Parastinê weke koordînator ma.

Dema weke serokwezîr hat erkdarkirin karê wî yê pêşî ew bû ku endamên xwe yên Parastinê di kabînê de bi cih bike.

Di milê eskerî û tîcarî de bi dagirkeriya tirk re di nav têkiliyan de ye.

Ji bo ku eskerên dagirker tevî sîxûrên MÎT’a tirk bikaribin bi dilê xwe li başûr êrişan pêk bînin cilên pêşmergeyan li wan kirin û noqteyên kontrolê ji bo wan danîn.

Li Zînî Wertê, li Garê, li Heftenînê, li Metîna, Bradost û Behdînanê hêzên weke Gulan, Pêşmergeyên Roj, endamên Parastinê ji bo dor li gerîla bigrin erkdar kirin.

Koordînata gerîlayan dan dewleta tirk bû sedema rijandina xwîna gerîlayên azadiya Kurdistanê.

Heta di 7’ê tîrmehê û 28’ê tebaxê de li Xelîfanê evan hêzan bi xwe êrişî gerîla kir. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn aqûbeta 4 gerîlayan jî nayê zanîn.

Bi belgeyan derket holê ku serkirdeyên PDK’ê bi dewleta tirk a dagirker re odeyeke hevbeş a êrişên li dijî PKK’ê birêve dibe avakirine.

Yek ji rojeva vê odeya hevbeş jî valakirina wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî û ji hevbelavkirina hêzên Şengalê YBŞ û YJŞ ye.

Heman Mesrur Barzanî di heqê êrişên dagirkeriya tirk li ser Başûrê Kurdistanê di foruma MERI de li xwe mikur hat û got

Di gelek waran de peywendiyên me li gel Tirkiyê hene.

Barzanî di axaftina xwe de ji ber êrişên dagirkertiya tirk weke her carê dîsa PKK’ê sucbar.

Li gor Mesrûr Barzanî eger PKK nebûya Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas nedikir.

Li ser mijara Şingalê jî Mesrûr Barzanî dixwaze peyaman 9’ê cotmehê ku îradeya gelê Şengalê tine dike were bicihanîn.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv