Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevî hemû nerazîbûnan jî PDK di êrişan de bi israr e

 

HEVKARIYA PDK Û DEWLETA TIRK
TEVÎ HEMÛ NERAZÎBÛNAN JÎ PDK DI ÊRIŞAN DE BI ISRAR E

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Heremên Parastinê yên Medyayê bi hevkariya PDK’ê her ku diçe dijwartir dibin.

Artêşa Tirk bi hêza xwe ya teknîkî û eskerî êriş dike, PDK’ê jî ji bejahiyê ve hewil dide dor li gerîlayên Azadiyê bigre.

Tevî hemû nerazîbûnên partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî jî PKD’ê di hevkariyê de bi israr e.

Di encama vê hevkariya de PDK’ê ji bo hêzên xwe li herêmê bi cîh bike di nav liv û tevgerê de ye.

Li herêmên di bin kontrola gerîla de ne, rê çêdike û li noqteyên stratejîk baregeha ava dike.

Ji bo PDK dev ji vê pêkanînana xwe ya şer sor dike berde ji gelek aliyên cûda ên Kurdistanê û navnetewî bang hatin kirin.

Lê PDKê guhê xwe ji van bangan re girtiye û mil daye milê artêşe tirk ber bi qadê gerîla ve diçe.

PDK ji bo ser vê hevkariyê bigre û bertekên pêş dikevin lewaz bike bêdeng dimîne.

Bi vê siyaseta bêdeng mayin û ji demê re hiştinê ve PDK xwe li herêmê bicîh dike.

HEVKARIYA PDK Û DEWLETA TIRK
PDK HEWIL DIDE LI HERÊMÊN GERÎLA BI CÎH BIBE

Roja 29’ê Tîrmehê HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 26’ê Tîrmehê û vir ve li herêma Xelifan têkiliyên wan bi yekîneyek gerîla qut bûye.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Komeke me ya biçûk a gerîla ku peywirdar bû ji deverekê biçe devereke din, piştî ku gihaştine dehma Xelîfan 26’ê Tîrmehê têkiliya me ji hev qut bû.”

Derbarê vê bûyerê de tevî çavkaniyê herîmî ragihandin ku ev kes ketine kemîna hêzên PDK’ê jî, heya niha li ser mijarê PDK’ê deng derneketiye.

Li ser vê PDK ji bo li qadê pêş ve biçe di nav tevgerê de ye.

29’ê mehê rojnamevan Ronî Deştelanî beşdarî televîzyona me bû û diyar kir ku çekdarên PDK’ê li herêma Rênçber axa ya ku di bin kontrola gerîla de ye dixwazin pêş ve biçin.

Di vê demê ev hewildanên şerxwaziyê yên PDK’ê ne ji xwe ne.

Ev êriş piştî hevdîtina Mesrûr Berzanî û Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Alî Riza Guney bi awayekî plankirî despêkirin.

Di roja ku ev hevdîtin pêk hat de balafirên şer ên artêşa Tirk Qendîl bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên Tirkiyê, bi dijwarî derdora bajarokê Qeladizê, gundê Enzê, Kortek û Zînî Wertê bombebaran kirine.

Cihê ku hatine bombebaran kirin herêmên sivîl in.

Wek di vê êrişê de jî derdikeve holê, hevkariya PDK’ê û dewleta tirk li herêmê didome.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv