Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevgera Şoreşa yekgirtî ya jinan: ‘Şerê hegemonyayê yê li Rojhilata Navîn wê kûrtir bibe’

 

TEVGERA ŞOREŞA YEKGIRTÎ YA JINAN KBDH:
ŞERÊ HEGEMONYAYÊ YÊ LI ROJHILATA NAVÎN WÊ KÛRTIR BIBE

Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan KBDH’ê li dijî êrişên dagirkeriya tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Tevgera Jinan KBDH’ê îşaret bi bûyer û geşedanên li cîhanê, pozîsyona hêzên cîhanî û siyaseta wan kir û wiha got:

Li gorî geşedanan mirov dikare bibêje şerên hegemonyayê ya erdnîgariya Rojhilata Navîn wê kûrtir bibe.

Şerê Sûriyê û hebûna Şoreşa Rojava, di nav plana dinyayê de têkoşîneke hegemonyayê dihundirîne.

DAIŞ û çeteyên din ji aliyê Şoreşa Rojava hatine têkbirin. Lê li ser axa şoreşê dewleta Tirk a faşîst dagirkeriyê didomîne.

TEVGERA ŞOREŞA YEKGIRTÎ YA JINAN KBDH:
LI DIJÎ ÊRIŞAN DI SERÎ DE JIN GELÊN HERÊMÊ GERÎLA BÛNE BARÎKATEKE MEZIN

KBDH’ê bal kişand ser êrişên dagirkeriya tirk û ev nirxandin kirin:

Rejîma faşîst di doza Kurdan de siyaseta şer û îmhayê didomîne û li Bakur û Başûrê Kurdistanê derbeke giran dixwe.

Ji ber berxwedana bêhempa ya ku gerîla li Metîna, Zap û Avaşînê dike, desthilatdariya faşîst li gelek deran asê maye.

Desthilatdariya faşîst ku nikare encamekê bi dest bixe li Tirkiyê zext û asîmîlasyon zêde kirine.

Li hemberî van êrişan gelê Kurd di serî de gelên herêmê, jin, tevgerên şoreşger û berxwedana gerîlayan bûye barîkateke mezin.

TEVGERA ŞOREŞA YEKGIRTÎ YA JINAN KBDH:
EM Ê FAŞÎZMÊ Û SERWERIYA MÊRAN HILWEŞÎNIN

KBDH’ê rewşa dawîn a li Afxanistanê û berpirsyariyên demê jî destnîşan kirin:

Şoreşa jinan a Rojava rûyê ronî yê azadiya jinan a Rojhilata Navîn e û li Afxanistanê jî rejîma Talîbanê rûyê paşverûtî û tarîtiya faşîzmê ye.

Hevgirtina bi jinên Afxanistanê re berpirsyariya dîrokî ya tevgerên jinan ên cihanê û têkoşîna me ya li Tirkiye û Kurdistanê ye.

Îro peywira herî girîng a KBDH’ê ev e ku bi vê tevbigere ku çalakiya azadiya jinan encax bi çalakiyên şoreşger dikare pêk were.

Di çarçoveya pêngava şoreşger de, li qadên gerîlayan, li bajaran bi çalakiyên milîsan û bi çalakiyên girseyî yên şoreşger divê rejîma faşîst bibe hedef.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv