HILBIJARTINÊN IRAQÊ WÊ 10’Ê COTMEHÊ PÊKWERE
TEVGERA AZADÎ BERNAMEYA XWE YA JI BO HILBIJARTINÊ EŞKERE KIR
10’ê Cotmehê wê li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê pêk were.
Tevgera Azadî bernameya xwe ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi şahiyekê eşkere kir
Şahî li Hola Otel Dawa ya Silêmaniyê pêk hat.
Destpêka şahiyê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah axivî û got:
“Ji bo desthilat were cezakirin, divê gel biçin ser sîndoqên dengdanê.
Şewitandina deng û boykotkirina hilbijartinê wê xizmetê ji bo desthilata gendel bike.
Ji bo vê jî em bang li welatiyan dikin ku bi coş û moralek bilid biçin ser sîndoqên dengdanê û deng bidin nûnerên rasteqîn ên gel.
Piştre jî Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên axivî:
Tara Hisên jî destnîşan kir ku weke Tevgera Azadî bernameyek têr û tejî ji bo dema bê ya parlamentoyê amadekirine.
Û piştgirî ji gel xwest.
Piştî axaftinana her çar namzetên Tevgera Azadî, ku wê serbixwe tevlî hilbijartinê bibin derketin ser dikê.
Navê namzetan wiha ne:
Ronak Mecîd: Namzeta serbixwe, hejmar 24 parêzgeha Silêmaniyê bazinê 2
Yusra Receb: Namzeta serbixwe, hejmar 23, bazneya 5 Silêmaniyê.
Şirîn Ebdullah: Namzeta serbixwe, hejmar 33 bazinê 1 parêzgeha Kerkûkê.
Mihemed Hesen: Namzetê serbixwe ,hejmar 29, bazinê 4 ya herêma Raperîn.
Pişt re namzet axivîn û soza ew ê ji bo hemû mafên destûrî yên gelê xwe misoger bikin bixwebitin.