Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Danûstendinên Rêveberiya Xweser û Şamê

 

ALDAR XELÎL: QEBÛLKIRINA DANÛSTANDINAN GAVEKE ERÊNÎ YE

Ev çend roj in di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya Şamê de hevdîtinan dest pê kirine.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ev hevdîtin bi erênî dinirxîne û got,

“Em nabêjin ku çareserî pêk hatiye. Lê belê qebûlkirina diyalog û danûstandinan gaveke erênî ye.”

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Aldar Xelîl, ji ANF’ê re axivî.

Aldar Xelîl, bi taybetî li ser mijara hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya Şamê sekinî.

Xelîl, bibîr xist ku ev hevdîtin bi navbeynkariya Rûsyayê tên kirin

Aldar Xelîl diyar kir ku hîn gaveke pratîk nehatiye avêtin, lê belê em dikarin bêjin ku hewldanên ji bo çareseriya siyasî hene.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê, destnîşan kir ku ne tenê pêwîstiya wan bi vê heye, her wiha pêwîstiya rejîmê jî bi vê yekê heye.

Li ser pêvajoya nivîsandina destûra bingehîn jî Xelîl got;

Me dixwest di komîteya destûra bengehîn de cih bigirin û hîna jî dixwazin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê, herî dawî jî diyar kir, destûreke ku ew ne di nav de bin wê seqet bimîne….

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv