TERORA DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ KURDAN
ESKERÊN TIRK CIWANÊKÎ DIN LI RÛBAROKÊ BIRÎNDAR KIRIN
Eskerên dewleta Tirk dîsa li bajarokê Rûbarokê ciwan gullebaran kirin.
Di êrişê de ciwanê bi navê Mehmet Dînc ji lingê xwe birîndar bû.
Eskerên dewleta Tirk a dagirker îro di saetên êvarî de ciwanekî li ber pezê xwe bû gullebaran kirin.
Êrişê de ciwanê ji gundê Îsyan ê girêdarî bajarokê Rûbarokê ji lingê xwe birîndar bû.
Ciwanê birîndar Mehmet Tunç rakirin nexweşxaneyê.
18’ê Gulanê jî ciwanên bi navê Şahap Şendol û Celîl Ekîncî li Rûbarokê ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûm gullebarankirin.
Şahap ji destê xwe û Celîl jî ji zikê xwe bi giranî birîndar bûbûn û ew rakiribûn nexwenxaneya Dihokê.