Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Teqemeniya artêşa Tirk a ketî destê gerîlayan dema li devereke girtî biteqe gaza bi jahr belav dike

 

TEQEMENIYA ARTÊŞA TIRK A KETÎ DESTÊ GERÎLAYAN
DEMA LI DEVEREKE GIRTÎ BITEQE GAZA BI JAHR BELAV DIKE

Amonyum Nîtrat.

Maddeyeke ku gelek dewlet û hêzên leşkerî jê teqemeniyên bi bandor hildiberînin.

Her wiha ji bo kanên binerdê, avahîsazî, bingehên wan jî tê bikaranîn.

Weke mînak teqîna mezin a li paytexta Libnanê Beyrûdê pêk hatî.

Ev teqîn ji ber Amonyûm Nîtratê pêk hat.

Dewleta Tirk vê teqemeniyê di şerê li dijî gelê Kurd de bi kar tîne.

Hem rayedarên tevgera azadiyê hem jî HPG’ê bi daxuyaniyan ragihandibûn, ku dewleta Tirk ji 23’yê Nîsanê ve li Zap, Metîna û Avaşînê gaza bi jahr bi kar tîne.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê jî li Cîloya Biçûk a herêma Zapê 40 rojî di tunel û çeperên şer de li dijî dewleta Tirk berxwedaneke mezin kirin.

Gerîlayan teqemeniyeke ku artêşa dewleta Tirk bi werîs berdan nava tunela şer bi dest xistin.

Gerîla Êriş Andok li ber tunela şer a 40 rojî berxwedaneke mezin lê kirin, behsa vê teqemeniyê dike û diyar dike, ku ew ê piştî lêkolînên xwe eşkere bikin ka çi cûreya teqemeniyê ye.

Li ser vê teqemeniyê menşeya fabrîkaya çekan a Tirkiyê heye û Amonyûm Nîtrat dinivîse.

Weke teqemeniyeke ji rêzê tê bikaranîn.

Lê ev yek li gorî cihê tê bikaranîn diguhere.

Heke di bin zexteke mezin de an go li cihekî oksîjena wê kêm biteqe, gazeke zêde belav dike.

Yanî di tunel an jî kanekê de biteqe, gazê belav dike û ev jî gazeke bi jahr e.

Ji ber teqînê gazên Karbonmonoksît û azot derdikevin holê.

Ev gaz bi jehr û kujer in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv