Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîSîyasî

Tendurustiya endamê Tevgera Azadî yê girtî li Hewlerê nebaş e

Endamê Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), pêşmergeyê dêrîn û birîndarê şer zêdetirî 8 mehane bêyî ku were dadgehkirin li Hewlêre di bin çavan de ye. Parêzerê wî diyar kir ku îhtimal heye ku jiyana xwe ji dest bide û got ku asayîşê biryara dadwer a ji bo dîtina Idrîs selim red kir.


Di 8’ê Gulana 2019’an  de Endamê Meclîsa Tevgera Azadî ya Hewlêrê Idrîs Selîm Mihemed dema ku ji navçeya Mexmûr di vegeriya Hewlêrê li xala kontrolê ya ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin û heya niha jî di girtîgehê de ye. Herwiha rewşa tenduristiya wî gelek xerabe.

Parêzerê Îdrîs Selîm, Goran Dîbegeyî li ser rewşa wî ji Rojnews’ê re axivî

Parêzer Goran Bîbegeyî qala astengiyên derqanûnî yên ji bo dîtina Îdrîs kir diyar kir ku piştî ku weke parêzerê Idrîs Selîm dest bi kar kiriye ji bo hevdîtinê Dadwer Fermanî biryar daye, lê asayîşa Hewlêrê destûr nedaye û got piştre careke din serlêdan kirine, lê dîsan asayîşê rê nedaye hevdîtinê bike.

Parêzer Goran Bîbegeyî eşkere kir ku heta niha nekariye mûwekîlê xwe Idrîs Selîm bibîne û got;”Li gorî agahiyên me girtine, rewşa Mam Idrîs metirsîdare û metirsiya ku jiyana xwe ji dest bide heye. Lewma em daxwazê ji hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku bi hewara vê dosyayê bên. Herwiha daxwazê dikin ku asayîş sedema astengiya hevdîtina eşkere bike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv