Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Têkoşîneke destanî li pey xwe hişt: Sarya Botan

 

Sarya Botan şerê azadiyê bi eşqeke mezin meşand û şehîd bû. Li pey xwe têkoşîneke destanî hişt.

Li çiyê demsaleke din a gerîla ye. Ji mehan, bihar e. Ji ber barîna berfê çiya bi rengê spî dixemile. Li binê berfê şervaneke azadiyê rûdinê. Navê xwe yê li çiyê Sarya Botan. Li nava jiyana sivîl navê xwe Meryem Kaplan. Li nava malbateke welatparêz sala 1992’an li Geverê ji dayik bû. Bi bandora welatparêziya derdor û malbata xwe rastiya PKK’ê zû nas kir. Di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşînê bû. Dema ku Sarya derdikeve pêşberî kampera û diaxive, rêwiya Botanê ye. Yanî di nava hêzên gerîla de yên ber bi Bakurê Kurdistanê ve diçe, amadekariyên dawî dike. Bi coş û kelecanî ye. Sekna wê gelekî dilgerm û çalak e.

Guh nade berfê û diaxive Sarya Botan. Ji bandora tevlîbûna li nava refên gerîla heta bi rastiya PKK’ê û armanca çûyîna Bakurê Kurdistanê gelek mijaran dinirxîne. Demeke kurt piştî axaftina li pêşberî kamerayê Sarya Botan ber bi Bakur ve bi rê dikeve. Cara duyemîn xwe digihîne çiyayên Botanê ku dilê şerê gerîla ye. Dibe yek ji fedayiyên şerê azadiyê yê li çiyayên Kurdistanê. Bi biryardarî û îradeya xwe ya mezin, têkoşîneke destanî dimeşîne. 27’ê Hezîrana 2020’î li qada Masîro ya Botanê, di êrişa hewayî ya hêzên dijmin de tevlî karwanê nemiran dibe.

Sarya Botan beriya şehîd bikeve digot ku dema nû hate gerîla bala wê kişand bê gerîlayên jin xwe çawa bi rê ve dibin, çawa diparêzin û çawa dibin xwedî îrade: “Jiyana bi felsefeya Rêber Apo gihandina asteke mezin a azadiyê ye. Ji ber ku Rêber Apo bû bingeh ji afirandina xwe bi xwe ya jinê, bingeh ji avabûna tevgera jinê re. Bi saya Rêber Apo em bûn bi hezaran jin. Bi saya wî em bûn şopdarên Zîlan û Bêrîtan. Gelek hevalên me yên jin xwe feda kirin. Gelo çima jin di vê astê de xwe feda dikin, yan jî çima tevgereke ewqasî fedayî ye? Ev yek dike ku mirov li ser bifikire. Xuya ye bingeheke xwe ya kûr a îdeolojîk heye, bi felsefeya Rêber Apo têdikoşe. Ji ber ku bingeha xwe gelekî xurt e, tevgera me gihîşt vê astê.”

PKK JI BO ME ÇAVKANIYA MORALÊ YE

Şehîd Sarya Botan di hevpeyvîna xwe de qala rastiya jinê ya li nava PKK’ê û hêza jinê kiribû û ev nêrînên xwe anî bû ziman: “Felsefeya Rêber Apo nîşan da ku jin êdî hêz û potansiyeleke mezin e, dikare her tiştî bike. Jin bixwaze dikare gerdûnê bi temamî şîrove bike. Ji ber ku jin xwedî hêzeke gerdûnî ye. Ji ber vê yekê jin li çiyê dimeşin, jin şer dikin. Yên ku pêşengiyê ji civaka exlaqî û polîtîk re pêşengiyê bike jin in. Jin xwedî hêzeke mezin e. Jin xwedî hêzeke welê ye ku dikare her tiştî bike. Mînak, digotin ku jin nikarin şer bikin, lê hevala Zîlan xwe di dilê dijmin de teqand. Digotin ku jin nikarin bimeşin, lê hevala Doga xwe di dilê dijmin de teqand. Ev yek bi saya felsefeya Rêber Apo pêk hat. Niha jin xwedî wêrekiyeke mezin e. Jin bi tilîiyan şer dikin. Mînak hevala Bêrîtan ji bo nekeve destê dijmin bi tilîliyan xwe ji zinaran avêt.”

Beriya ku biçe çiyayên Botanê, hêza PKK’ê û rastiya dijmin bi van gotinan vegotibû: “Erdogan radibe dibêje hêza PKK’ê nemaye, em ê PKK’ê biqedînin. Lê belê PKK li cîhanê deng vedide. PKK veguyeriye hêzeke mezin û serî li ber tevahiya cîhanê rake. Hêza PKK’ê ji bo me çavkaniyeke mezin a moralê ye û bingeha tevlîbûna me ya fedayî li tevgereke wiha, ji hêza Rêbertî ye. Ji ber vê yekê dewlet êdî nikare bêje ku em ê PKK’ê biqedînin. Ji ber ku dewlet hêzeke têkçûyî ye.”

JI BO HILANÎNA TOLA ŞEHÎDAN BERÊ XWE DA BOTANÊ

Şehîd Sarya Botan diyar kiribû ku bi daxwaz û kelecaneke mezin diçe Botanê û destnîşan kiribû ku armanca wê hilanîna tola şehîdan e.

Şehîd Sarya Botan ku bi eşqeke mezin şerê azadiyê meşand, têkoşîneke destanî li pey xwe hişt. Cih namîne li çiyayên Botanê ku neçûye. Piştî ku axaftina xwe qedand, bi dengê xwe yê mîna dilê xwe bedew, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stranek got, bi hesreteke mezin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv