Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Têkoşîna Jina Kurd li Cîhanê Deng Vedaye

 

Emê niha jî behsa bandora şoreşa jinê ya Rojava bikin. Emê di vê nuçeyê de cih bidin lîstikvana Baskî İtziar İtuno Martînez. Hûn wê ji filmê La Kasa De Papel nas dikin. İtziar bi berfirehî behsa şoreşa rojava, bandora wê kir û got: em weke lehengan li wan dinêrin, Ew qehremanan in…Em ji wan hêz digrin.

TÊKOŞÎNA JINA KURD LI CÎHANÊ DENG VEDAYE
LÎSTIKVAN ITZIAR ITUNO: LI BASKÊ EM BI ÇAVÊ QEHREMANAN LI JINÊN KURD DINÊRIN

Lîstikvana sînemayê Itziar Ituno bi minasebeta nîşandana fîlmê xwe yê dawî Grev li Stenbolê bû.

Lîstikvana Baskî bi rêzefîlmê La Casa De Papel hat naskirin.

Ji rojnameya Yenî Yaşamê Gulcan Derelî pê re li ser fîlm, welatê xwe Bask, têkoşîna ji bo zimanê dayikê, naskirina Şoreşa Rojava û helbet jinên kurd axivî.

Itziar Ituno destpêkê di heqê zimanê dayikê de nêrinên xwe vegotin.

Lîstikvana Baskî dibêje gelek mirov hene wisa lê difikirin dema zimanekî emperyal yan jî kolonyal hîn bibin wê deriyên nû li pêş wan vebibin.

Lê ji bo min ev tam berovajî bû. Ez fêrî zimanê xwe bûm, bi vî zimanî min di fîlmekê de lîst.

Navê fîlm bi zimanê baskî Loreak, yanî kulîk bû. Ew fîlm heta endamtiya oscarê jî çû. Serkeftî bû.

Itziarê diyar kir ku îro roj li welatê wê zimanê dayikê kêmtir tê axavtin û îşaret bi polîtîkayên kolonyal kir:

Di serdema Franco de hema bêje 40 sal zexteke mezin bi pêş ket. Hem di milê ziman de hem jî di warê etnîkî de.

Bandora vê pir zêde bû. Hîn jî tê hîskirin. Ji ber wê ez dibêjim lazim e em zarokên xwe bi zimanê wan ê dê mezin bikin.

Itziarê di hevpeyvînê de behsa xwe û naskirina têkoşîna jinên kurd jî kir:

Li welatê min têkoşîna jinên kurd weke çavkaniyeke hêvî û îlhamê tê dîtin.

Bi çavê lehengan li jinên kurd dinêrin.

Ew lehengî bi rastî jî mûyê canê mirov radike.

Em ji nêz ve wê têkoşînê dişopînin.

Lîstikvana Baskî ku di heman demê de stranbêj e, destnîşan kir ku wê ji bo Rojava jî vîdeoyek çêkiriye.

Bi rêya muzîkê behsa têkoşîna jinên Rojava kiriye.

FÎLMÊ GREV
ITZIAR ITUNO: GREV BEHSA TÊKOŞÎNA KARKERÊN JIN DIKE

Itziar di heqê fîlmê yê dawî Grevê de jî agahî dan:

Karektera ez rola xwê dikim, Casîlda ye.

Ew di dema Şerê Navxweyî ya Spanyayê de jineke milîtan e.

Rojnivîskekê dibîne. Di rojnivîskê de behsa jinên karker ên ermen tê kirin.

Salên 1910’ê li Bursayê em bi çavê wan jinên karker wê serdemê dixwînin.

Di esasê xwe de em behsa du çîrokan dikin.

Çîrokek jê behsa dema şer a welatê Baskê dike. Behsa wê têkoşînê dike.

Çîroka din jî bi wê rojnivîskê behsa jinên ermen, Tirkiye û Bursayê dike.

Du demên cuda ne. Lê tişta wan dike yek têkoşîna jinan e.

Piştî pêşandana fîlm ekîba fîlmê bi hev re strana şoreşgerên îtalî çaw bellayê gotin:

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv