Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Têkiliyên Amerîka û Taywanê

 

Amerîka, di aloziya Çîn û Taywanê de sekna xwe guherand, pozîsyona xwe zelal kir…Serokê Amerîkî Joe Bîden got, ewê Taywanê ji êrîşên Çînê biparêzin..Amerîka di mesleya herdû welatan de qaşo bi dehan salane pişta Taywanê digre; lê ev helwesta wî, weke stratejiyek ne zelal heta îro hat.

TÊKILIYÊN AMERÎKA-TAYWANÊ
BIDEN LI DIJÎ ÇÎNÊ SOZA PARASTINA GIRAVÊ DA

Bîden ev gotinên xwe yên balkêş, di bernameya roja Pêncşemê ya di CNN Internationalê de kir.

Beşdareke bernameyê ji Bîden pirsî, “Gelo di êrişeke Çînê de Amerîka amadeye Taywanê biparêze?”

Serokê Amerîkî li ser vê pirsê ev bersiva balkêş da:

“Helbet emê Taywanê biparêzên. Çîn, Rûsya û hemû cîhan dizane ku em di dîroka cîhanê de, ji aliyê ji aliyê leşkerî ve, welatê herî xurt in.”

Bi van gotinên xwe Bîden peyameke zelal da Çînê û dawî li nîqaşên li ser rola Amerîkayê ya di mijara parastina Taywanê de anî.

Amerîka bi dehan salane di meseleya Taywanê de polîtîkayeke ku wekî “nezelalbûna stratejîk” tê pênasekirin, dimeşîne.

Di çarçoveya vê sekna xwe de Washington li dijî Çînê destekê dide Taywanê lê tu carî soz nade di dema şerekî muhtemel de wê biparêze.

Taywan giraveke nêzîkî Çînê ye û ku piştî Şoreşa Çînê ya 1949’an ji vî welatî veqetiya û serxwebûna xwe ragihand.

Çîn serxwebûna Taywanê nasnake û bi zextên leşkerî dixwaze wê bi ser axa xwe ve bike.

Ji serê cotmehê û bir ve balafirên şer ên Çînê seheya hewayî ya giravê îhlal kiribûn û ev jî di navbera her du welatan de bûbû sebeba mezinbûna aloziyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv