TÊKBIRINA PÎLANA DAIŞ’Ê Û DEWLETA TIRK
KNK: DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê TENÊ JI QSD’Ê RE NEYÊ HIŞTIN
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de şerê şervanên QSD’ê yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi berfirehî hat destnîşankirin û wiha hat gotin:
Nabe ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û hevkarên wê, tenê ji QSD’ê û rêveberiya xweser re bê hiştin.
DAIŞ gefeke kûrewî ye û divê her dewleteke dixwaze dawî li vê gefê bîne, bikeve nava livûtevgerê û li dijî dewleta Tirk jî bibe xwedî helwesteke zelal.
KNK’ê bang li Neteweyên Yekbûyî, NATO, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, Yekîtiya Ewrûpayê, Yekîtiya Afrîka û Lîga Ereban kir, ku dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyan saz bikin û rêveberiya xweser nas bikin.
TÊKBIRINA PÎLANA DAIŞ’Ê Û DEWLETA TIRK
SERKETINA ŞERVANÊN QSD’Ê YA LI HESEKÊ BI DAXUYANIYAN HAT PÎROZKIRIN
Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî jî bi daxuyaniyekê serketina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir.
Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD’ê jî têkildarî serketina QSD’ê daxuyaniyek da û got, em tevahî leheng û hêzên xwe, her wiha xebatkarên çapemeniyê yên li rex van lehengan cih girtin silav dikin.
Û şehîdên xwe yên vê serketina mezin bi bîr tînin.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê jî bi daxuyaniyekê got, berxwedana li Kobanê li Hesekê bi ruh û gewde bû.
Banga me li tevahî gel, rewşenbîr, hunermend, dost, hêzên demokrasiyê û mirovên azadîxwaz ew e, ku bi vî ruhî berxwedanê mezin bikin û xwedî li Rojava û Kobanê derkevin.
Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî serketina QSD’ê pîroz kir û got, pirsgirêka derketî holê ne tenê ya QSD’ê ye. Ev pirsgirêkeke gerdûnî ye.
Divê gelek netewe li hev bicivin û çareseriyeke mayînde ji vê pirsgirêkê re peyda bikin.