Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tehdeya li cenazeyan: ‘Cenazeya keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine’

 

TEHDEYA LI CENAZEYAN
“CENAZEYA KEÇA MIN TAZÎ KIRINE Û BI ERDÊ RE KAŞ KIRINE”

Dewleta tirk di hovîtî û bê-exlaqiyê de ti sînoran nas nake.

Ew gelê kurd û nirxên gelê kurd weke dijmin dibîne.

Dixwaze kok li kurdan biqelîne.

Çavê xwe wisa tarî kiriye ku êrişî cenazeyan, gor û goristanan jî dike.

Cenazeyê gerîlayan teslîmî malbatan nake.

Dibe li goristana bêkesan vedişêre.

Lê ew çi jî dike nikare pêşî li xwedîderketina li şehîdan bigre.

Li ber derê morga nexweşaneyan malbat li benda dayîna cenazeyên zarokên xwe ne.

Malbatan behsa hovîtiya dewleta gornebaş kir.

Gerîlaya YJA Starê Bîşen Hezer bi nasnav Sarya Diyar di 3’yê gulanê de li Avaşînê şehîd bû.

Cenazeya wê li morga nexweşanxeya Şirnexê tê ragirtin.

Dayika Bîşeng Hezer Ayşe Hezer got, Min di televîzyonê de dîtiye ku keça min şehîd bûye:

Gerîlayê HPG’ê Musa Anter Çatak bi nasnav Sîdar Rîzok di 8’ê gulanê de li Çiyayê Bagokê li Mêrdînê şehîd bû.

Cenazeyê wî li morga nexweşxana Mêrdînê tê ragirtin.

Bavê Musa Anter Çatak, Saît Çatak jî diyar kir ku ev mehek e cenazeyê kurê wî radestî wî nekirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv